Waşington: Parêzvanên Erdogan êrîşî xwepêşanderan kirin!

Waşington: Parêzvanên Erdogan êrîşî xwepêşanderan kirin!

Alozîya ku berî Erdogan were balyozxaneya xwe destpê kir, bi hatina wî re gurtir bû.

A+A-

Serokomarê Tirkîye di 16ê Gulana 2017ê de serdana DYAyê kir û bi serokê DYA Donald Trump re hevdîtin pêkanî. 

Komeke ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan protesto dikir û parêzvanên wî li pêş avahîya balyozxaneya Tirk ya li Washingtonê bi hev ketin. Polîsên Amerîkî her du alîyan bi zorê ji hev veqetandin.

Alozîya ku berî Erdogan were avahîyê destpê kir, bi hatina wî re gurtir bû.

Komeke ku berî serokomarê Tirk were balyozxaneyê, bi pankartên bo piştgirîya Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û yên PYD civîyan û li dijî Erdogan slogan gotin. Li ser vê, koma ku bi alayên Tirkîyê li pêş balyozxaneyê bû  ew jî li dijî wan slogan avêtin.

Piştî kelîyekê her du kom bi hevdu ketin ku parêzvanên Erdogan jî êrîşê xwepêşanderan kirin.

Bi hatina Erdogan re pevçûn girantir bû. Polîsên Washingtonê bi copan parêzvanên Erdogan bi şûnde kaş kirin. Di pevçûnê de 9 kes birîndar bûn û 2 jî hatin desteser kirin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin