Washington: Esed di pêşeroja Sûriyê de tune

Washington: Esed di pêşeroja Sûriyê de tune

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkî tekez kir, armanca Amerîka li Sûriyê ew e desthilata serokê wê yê nuha Beşar Esed bi dawî bibe. Ji bo vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê 3 şert da pêş.

A+A-

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Jim Mattis li Pentagonê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, armanca wan ew e pêvajoya çarseriya siyasî li Sûriyê bi riya danûstandinên Cenêvê re be, ta gelê Sûrîyê bixwe hikûmetekê hilbijêre ku Beşar Esed ne serokê wê be.

Mattis got, tiştê li Sûriyê rû dide, şerekî navxweyî ye û heger çi çareserî ji Sûriyê dib, bila bibe, divê tu pêşeroja Esed tê de nebe.

Mattis bo vekişîna hêzên Amerîkî ku 2 hezar 200 leşker in ji Sûriyê, 3 merc danîn û got: “Destpêkê divê DAIŞ ji holê bê rakirin û ew bi xwe bawer bin ku ew rêxistin bi temamî hatiye jinavbirin.”

Mercê duyem jî aşkere kir û got: “Divê em hêzine leşkerî yên xwecihî amade bikin û perwedeyeke taybet bi wan bikin.”

Ji bo mercê sêyemîn jî got: “Divê prosesa Cenêvê ya Netewên Yekgirtî pê bawer e, were aktîvkirin, ku çareseriyeke ji şerê navxweyî re bîne.”

Mattis got: “Heger gelê Sûrîyê karibe aramiya xwe biparêze û û heqê DAIŞê derkeve, em dikarin wê demê hejmara hêzên xwe kêm bikin. Lê ev yek bi rastî bi çareserkirina krîza ku Esed çêkiriye ve girêdaye.”

Ji aliyekî din ve, Mattis daxwaza vekişîna hêzên Îranî ji Sûriyê kir û tekez kir ku tu bihaneyek nîne hêzên Îranê li Sûriyê hebin.

Herwiha Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka daxwaz ji Wezîrê Bergîriyê yê Rûsyayê kir, giraniya xwe bixe li ser Îranê heta hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin