Wan- Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin

Wan- Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin

.

A+A-

Li Wanê bi hatine biharê re welatî li quntarên keleha dîrokî dest bi berhevkirina nebatan kirin. Welatiyan got: "Dermanê gelek nexweşîna ne." 

Li bajarên Serhedê piştî dinya hêdî hêdî germ bû, xweza jî hêşîn dibe. Bi vê re welatî hêdî hêdî dest bi berhevkirina nebatan dikin. Welatî li quntarên keleha dîrokî dest bi berhevkirina nebatan kirine û bi taybetî jî dawiya hefteyê serê sibehê zû li deverên avî pincarê berhev dikin. Welatî nebatên berhev dikin qismek jê dixwin û qismekê jê jî difiroşin. 
 
NEBATÊN BI ŞÎFA 
 
Bûrhan Efeoglûyê 67 salî ku tevî neviya xwe ya 9 salî nebatan berhev dike, anî ziman ku nebat bi kêrî nefesê, nexweşîna çekir û tansiyonê tên. Efeoglû, bilêv kir ku piraniya van nebatan çêdikin û dixwin û û got: "Em di xwarinên avî de bi kar tînin. Em piranî şemî û yekşemê tên. Em bi kêrê berhev dikin. Paşê em wan dişon û dû re diqelînin. Dermanê gelek nexweşîna ne." 
 
Guldane Han a 60 salî jî ku nebatan berhev dike, diyar kir ku heftê rojekê tê quntarên kelehê û nebatan berhev dike. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin