Wan: ”Li gel yasaxê dîsa konferans li dar ket”

Wan: ”Li gel yasaxê dîsa konferans li dar ket”

Wan: ”Li gel yasaxê dîsa konferans li dar ket”

A+A-

wan-pak.jpgKonferansa di derbarê Sykes-Picotê ku PAKê dixwest di roja 21.05.2016an de li Wanêli Hola VATSOyê lidarbixe, ji alîyê Walîtîya Wanê hatibû qedexekirin.

Lê PAKê li gel vê qedexekirinê jî Konferansa xwe, li Teşkîlata Wanê ya partîya xwe bi awayekî girseyî li dar xist.

Konferans jibo rêzgirtina şehîdên Kurdistanê, bi ‘’ey reqîb’’ dest pê bû.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, gelek rêveber û endamên PAKê, nûnerên partîyên Kurdistanî, gelek sîyasetvan û rewşenbîr û girseyeke mezin beşdarî konferansê bûn.

Dr. Ali Teter, Sosyolog Yaşar Abdülselamoğlu û Dr. Ekrem Önen, di derbarê 100 salÎya Sykes-Picot û Kurd û Kurdistanê de bir û rayên xwe û xebatên xwe yên zanistî pêşkêş kirin.

Piştî axaftina akademîsyenan, başdarên Konefarnsê pirsê xwe pirsîn û bersîv hatin dayin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin