Wan: 63 hêstir dê bi îhale bên firotin

Wan: 63 hêstir dê bi îhale bên firotin

Werxuya ye ji bo xwe ji xezaba dewleta tirk biparêzin qaçaxçî hêstirên xwe li ser sînor hiştîne û xwe dane alî.

A+A-

45 roj berê li bajarê Wanê li navçeya Elbakê li ser hidûd 63ê hêstirên bêxwedî ku xwedêgiravî aîdê qaçaxçîyan e hatine girtin û bi biryara dozger ji alîyê Wezareta Tirk a Gumrikê ve dê di 6ê Desembrê de li Wanê bi îhaleyê bên firotin.

Werxuya ye ji bo xwe ji xezaba dewleta tirk biparêzin qaçaxçî hêstirên xwe li ser sînor hiştîne û xwe dane alî.

Gundîyên kurdên bakur yên li ser hidûd in ji bo debara xwe, bi perçayên din yên Kurdistanê re bi 'qaçaxî' bazirganîyê dikin û pirê caran ew di vê rêyê de jîyana xwe ji dest didin ya jî ji alîyê dewleta Tirk ve tên kuştin.

Di vî warî de bûyara herî navdar 'Buyara 33 Gule'yan e ku di sala 1943ê de 33 qaçaxçiyê kurd li bajarê Wanê li navçeya Qelqelîyê ji alîyê generalê Tirk Mustafa Muglalî ve hatibûn înfazkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin