Wall Street Journal: Leşkerên Amerîkî heta meha nîsanê ji Sûriyê vedikişin

Wall Street Journal: Leşkerên Amerîkî heta meha nîsanê ji Sûriyê vedikişin

Rojnameya Amerîkî Wall Street Journalê ragihand, rayedarên leşkerî yên Amerîkî yên li ser kar û malnişîn gotine ku dê leşkerên Amerîkayê heta meha Nîsanê bi temamî ji Sûriyê vekişin, lê hîn ti planek ji bo parastina hêzên Kurd nehatiye kirin.

A+A-

Rayedarên leşkerî ji WSJê re gotine, dê piştî kontrolkirina bajaroka dawî ya di destê DAIŞê de, dê Amerîka lezê bide vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê û heke di planan de guherînek çênebe dê beşeke girîng a wê hêzê meha Adarê bê vekişandin û yên mayî jî heta dawiya meha Nîsanê bi temamî bên vekişandin.

Li gor wan rayedarên Amerîkî, Amerîka ji bo parastina hêzên Kurd bi Tirkiyê re hevdîtinan dike, lê heta niha ti pêşveçûnek çênebûye û Amerîka bêyî ti planeke parastina YPG/HSDê dê vekişîna ji Sûriyê temam bike.

Li ser îdiayên WSJê rayedarên Amerîkî nexwestine ti daxuyaniyeke fermî bidin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin