Wall Street Journal: Amerîka û Tirkiyê li hev nekirin!

Wall Street Journal: Amerîka û Tirkiyê li hev nekirin!

Rojnameya Amerîkî ya Wall Street Journal (WSJ) ragihand, Amerîka û Tirkiyê li ser kirîza Keşayê Andrew Brunson li hev nekirine ji ber wê jî dibe ku Amerîka cezayên din bi ser Tirkiyê de bisepîne.

A+A-

Çend roj berê şandeka Tirkiyê çûbû Amerîka da ku li ser kirîz û kêşeyên ku li ser girtina Keşayê Amerîkî Andrew Brunson di navbera wan de derketine, gotibûbêj bikin.

Li gorî agahiyan, duhî yekemîn civîn di navbera her du aliyan de pêk hat.

Lê rojnameya Amerîkî ya Wall Street Journal ragihandiye, di wê civînê de ti encameke baş derneketiye û ti rêkeftin jî pêk nehatiye ji ber wê jî îhtimal heye Amerîka cezayên din jî bi ser Tirkiyê de bisepîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin