Wall Street Journal: Albayrakî nekarî Trump qanî bike

Wall Street Journal: Albayrakî nekarî Trump qanî bike

Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal, serdana Wezîrê Gencîne û Darayî Berat Albayrakî bo Amerîkayê nirxand û got Albayrakî nekarîye Trump li ser çareserkirina krîza S-400an qanî bike

A+A-

Di nivîsara ji pênûsa Jessîca Donatî da ku xwe dispêre jêderên ku nexwestine navên wan bêne eşkerekirin, hat gotin ku di qada krîza sîstema S-400an a Rûsî ku Tirkîye li xaka xwe dê bicih bike da, di hevdîtinên xwe yên li Washingtonê da, Berat Albayrakî ti çareserî bi dest nexistîye.

Wall Street Journalê herwiha hevdîtina li Koşka Sipî y Albayrakî ya digel Serokê Amerîkayê Donald Trumpî jî bibîr xist û got ev hevdîtin jî nekarîye krîsa S-400an çareser bike.

Di nivîsarê da herwiha hat gotin, hevdîtinên herdu alîyan ên di 37emîn Konferansa Têkilîyên Amerîka-Tirkîyeyê da jî nekarî gelemşeyên S-400an bi dawî bike.

Weku tê zanîn Amerîka naxwaze Tirkîye S-400an ji Rûsyayê bikire. Amerîka wekesedema vê yekê nîşan dide ku S-400an nikare bi sîstemên NATOyê ve bêne girêdan û herwiha Rûsya li ser S-400an dikare agahîyên nepen ên teknîkî yên sîstemên NATOyê bidest bixe. Lewre di dawîyê da biryar dabû ku veguhastina ekîpmanên F-35an bo Tirkîyeyê bisekinîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin