Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm; "40 şehîd û 80 birîndarên me hene"

Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm; "40 şehîd û 80 birîndarên me hene"

Li navçeya Dubizê terorîstên DAIŞê ketine Santrala Elektrîkê û li wê hejmareke karmend kuştin. Bi giştî 40 şehîd û 80 birîndarên wan hene.

A+A-

 

Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm derbarê şerê duh û îro yên li bajarê Kerkûkê peyameke vîdyoyî ragihand ku; roja 21ê Cotmehê nêzîkî 35 heta 50 terorîstên DAIŞê êrîşî Kerkûkê û navçeya Dubizê kirine û xwestine avahiya walîtiye, partiyên siyasî û hinek binkeyên polêsan kontrol bikin. Lê hêzên ewlehiyê rê nedana ku terorîst ev armanca xwe pêk bînin.

Dr. Necmedên Kerîm got; "Li navçeya Dubizê terorîstên DAIŞê ketine Santrala Elektrîkê û li wê hejmareke karmend kuştin. Bi giştî 40 şehîd û 80 birîndarên me hene"
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin