• Diyarbakır 7 °C
  • Batman 6 °C
  • Hakkari 2 °C
  • Şırnak 5 °C
  • Ağrı -3 °C

Walîyê Diyarbekirê hemû çalakîyên giştî qedexe kir!

Walîyê Diyarbekirê hemû çalakîyên giştî qedexe kir!
Rewşa Awarte rûyê xwe nîşan da walîyê Diyarbekrê hemû civîn û xwepêşandan, daxuyanîyên çapemenîyê û meş qedexe kirin.

Rewşa awarte rûyê xwe nîşan da walîyê Diyarbekrê hemû civîn û xwepêşandan, daxuyanîyên çapemenîyê û meş qedexe kirin. 

Di malpera resmî ya walîtîya de daxûyanîyek hatîye belavkirin

Daxuyanî weha ye:
”Bi armanca parastina ewleyîya milî, duzena giştî, pêşîlêgirtina sûckirinan, tendurîstîya giştî û ahlakê giştî ya jî parastina maf û azadîyên ên kesên din; li gor xala 12 a Qanûna hejmara 2911 a Civîn, Meş û Xwepêşandan û li gor xala 11 a Qanûna 2935 a Rewşa Awarte li navenda wilayata me ji 15.08.2016ê pê ve li meydanan stand vekirin, çadir danîn, daxuyanîyên çapemenî, çalakîyên rûniştinê, xwepêşandin û bi her hawî civîn û meş heta fermaneka din hatine qedexekirin.”

Ev nûçe 900 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din