Walîtiyê Wanê konsera Mem Ararat betal kir!

Walîtiyê Wanê konsera Mem Ararat betal kir!

Hunermend Mem Ararat dawiya vê mehê dê li Wanê konserek bida lê Walîtiya Wanê konsera wî qedexe kir.

A+A-


Hunermend Mem Ararat dawiya vê mehê dê li Wanê konserek bida lê Walîtiya Wanê konsera wî qedexe kir.

Ji Wanê gelek daxwaz hatibû ku Mem Ararat li wir konserê bide. Di encama van daxwazan de ji bo 31'ê vê mehê li Wanê organîzasyon hatibû kirin, her tişt amade bû û wê konser li Salona Villa Parkê bihata dayîn.

 Lê îro Walîtiya Wanê bi biryarek konser qedexe kir. Walîtiya Wanê sedem jî biryara ku dane û gotine "ji 13'yê mehê heta 27'ê vê mehê 15 rojan li nav sînorên Wanê hemû çalakî qedexe ne" nîşan da. Her çiqas konser ne çalakî be, ne tiştek siyasî be jî walîtî ev konser jî qedexe kir.


 Dîsa her çiqas 31'ê tîrmehê naveke nava van "15 rojên qedexe" jî Cîgirê Walî Faruk Bulent Bayguven konser qedexe kir.

Mem Ararat ji ser hesabê xwe yê twitterê pêşî pirsa "Qedexeya konseran ji bo muzîka bi tirkî jî derbas dibe yan na?" pirsî û paşê ev qedeşe bi gotina "Bêşirove" belav kir.
Di tora civakî de gelek nerazibûn li hemberî vê yekê derketin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin