Walîtiya Şirnexê nêmija cenazeyan qedexe kir

Walîtiya Şirnexê nêmija cenazeyan qedexe kir

Dewleta tirk û nûnerên wê yên li ser xaka Kurdistana ku hatiye dagirkirin rojane mohra xwe li bin biryareke din a siqandal didin. Herî dawî Walîtiya Şirnexê bi hincetên vala nimêja cenazeyan qedexe kir.

A+A-

Dewleta tirk û nûnerên wê yên li ser xaka Kurdistana ku hatiye dagirkirin rojane mohra xwe li bin biryareke din a siqandal didin. Herî dawî Walîtiya Şirnexê bi hincetên vala heta ku bigihêje nimêja cenazeyan qedexe kir

Walîtiya Şirnexê ji bo 15 rojan qedexeyên sosret danî ser Şirnexê. Walîtiya Şirnexê, 15’ê Tebaxê hincet nîşan da û biranîn û nêmija cenazeyan a bi girseyî jî di nav de hemû şahî û çalakiyên li bajar, ji bo 15 rojan qedexe kir.

Bêguman ev qedexe ne ya destpêkye û dê nebe ya dawî ku heta ev desthilatî li ser rêveberiyê be. Hişmendiya desthilatiya faşîzan hemû pîvan, nirx û baweriyên civakê bin pê dike. Dewleta tirk û nûnerên wê yên li ser xaka Kurdistana ku dagir kirine her cûre bêexlaqiyê pêş dixe. Li bakurê Kurdistanê maneviyata civakê nehişt û binpê kirin. Mizgefg û dêr şewitandin, goristan bomebarankiririn, gor gilweşandin, mijî ji gorên wan derxistin, mirov di jêrzemînan de bi zindî şewitandin. Komkujî pêk anîn. Destûr nedan ku cenazeyên zarokên vî gelî li mizgeftan bên şuştin û li gorî wecîbeyên olî bên definkirin. Cenaze ji malbatan revandin û bi korsanî binax kirin. Destûr nedan ku kes şîna xwe bigirin û cihê şînê nedan malbata. Ev binpêkrinên mafan, bêexlaqî, bêrûmetiya li dijî nirxên civakê mirov dikare gelekî lê zêde bike.

Waliyên dewleta tirk ên li Kurdistanê tu pîvan ji exlaq re nahêlin. Rojane biryarên qedexeyan didin. Li bajarê wanê ev nêzî 3 salan e hemû çalakiyên demokratîk ji aliyê walîtiyê ve hatine qedexekirin. Ev qedexeyên bi kêfî li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê pêk tê. Yek ji van qedexeyên sosret jî ji aliyê Walîtiya Şirnexê  pêkhat.

Walîtiya Şirnexê, bi hinceta 15’ê Tebaxê, li navend û navçeyên Şirnexê ji bo 15 rojan hemû şahî û çalakiyan qedexe kir. balkêş e di nav qedexeyên walîtiyê yên şahî û çalakiyan de bîranînan goristanan û nimêja cenazeyan a bi girseyî jî hene. Bê guman ev civak nexerîbê van havitiyane ji lewre beriya niha li gelek bajarên ku nimêja înê li qad û kolanan dihatin kirin jî hatibûn qedexekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin