Walîtiya Mêrdînê rê neda şanoya Kurdî

Walîtiya Mêrdînê rê neda şanoya Kurdî

.

A+A-

Walîtiya Mêrdînê, bi hinceta Coronayê rê neda şanoya bi navê Tartuffe ya Şanoya Bajêr a Amedê ya bi Kurdî bê nîşandan.

Biryar bû îşev li Mêrdînê li Otela Yay Grand, şanoya Tartuffe ya Şanoya Bajêr a Amedê bihata nîşandan.

Walîtiya Mêrdînê, bi hinceta qedexeya meş û civînan a 15 rojan carekê tê dirêjkirin, rê neda şano bê nîşandan.

Şanoya Bajêr a Amedê ragihand, “Ji ber belgeya destûra çalakiyê nedane me, lîstika me ya Tartuffe ya dê li Mêrdînê bihata nîşandan, ji ber sedemên ne bi destê me hat betalkirin.”

Lîstika komedî ya Tartuffe ya 70 deqîqeyî ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve bi derhêneriya Ruknettin Gun tê lîstin, mijara wê jî li ser sextekariya di bin navê olê de ye.

Di lîstikê de Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Elvan Koçer, Berfîn Veteran, Hamdusena Ozbey, Şahperî Alphan, Dijle Guneş Yavuz, Mahmut Kosem, Ozkan Şeker dileyizin.

Mijara lîstikê

Orgon, bavekî dewlemend, zilamek biyanî yê bi navê Tartuffe tîne mala xwe.

Tartuffe pir oldar xuya dike, û Orgon hema bêjî wî dike cihê mirovek pîroz. Xwarin û vexwarina herî baş jê re peyda dike, hewcedariyên wî di ser yên jin û zarokên xwe de digire. Orgon plan dike ku keça xwe bi zorê bi Tartuffe re bizewicîne û di şûna kurê xwe de Tartuffe bike mîratgirê xwe.

Hemû heval û malbata Orgon dizanin ku Tartuffe dizek e ku hewl dide xwe wek xwedan ehlaqek bilind nîşan bide û ew kesek e ku tiştê ku ew weaz dike pêk nayîne.

Ew Orgon hişyar dikin ku Tartuffe dikare wî hem di warê madî û hem jî manewî de bixapîne. Lê Orgon ji van hişyariyan kerr û kor e.

Orgon di dawiyê de fêr dibe ku ew rastî îxanetê hatiye û dema ku dibihîze ku Tartuffe jina wî ji serî derxistiye, Tartuffe ji mala xwe qewirîne. Tartuffe jî hewl dide dest deyne ser malê Orgon û wî bavêje hepsê û bi vî awayî ji Orgon tolê hilîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin