Walî tabeleya PSKê li Manîsayê anîye xwarê

Walî tabeleya PSKê li Manîsayê anîye xwarê

Waliyê Manisayê, lewha Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ya Şaxa Manisayê bi awayeke keyfî anîye xwarê.

A+A-

Demêk berê, Waliyê Manisayê, lewha Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ya Şaxa Manisayê bi awayeke keyfî anîye xwarê. Piştê wê jî, li Manisayê hîn derdorên tarî li himber partî û endamên PSK dest bi gef û êrîşan kirine.

Li ser van bûyeran, Serokê PSK yê Giştî Mesud Tek di 03 Cotmeha sala 2016an da li Amadê, li ser êrîşên nijadperest û kevneperesan bo ser Şaxa Manisayê a partîya xwe zanyarî da û got, ku “Bûyer û peşhatiyên, ku li Manisayê qewimine û diqewmin, berdewamiya êrîşa Kurdan e li bajarên rojavayê Tirkiyê û ger pêşiya êrîşa hanê neyê girtin, dibe sedema karên dilêş û nexwastî.”

Tek, di berdewamîya axaftina xwe de got; Yên ku li Manisayê diqewmin, nimuneya berçav a kiryarên ne yasayî ya rêvabirên Manisa ne. Nişana qedexe kirina navê partiyê, ku bi fermî hatiye damezrandin, bi şîkle demokrat û aşitiyê kar û xebat dike û dur e ji tundûtijiyê.

Yên ku Manisayê diqewmin, dibêje, ku “tene dewlet û hikumet dikare peyva ‘Kurdistanê’ bi kar bine. Ger Kurd bi kar bîne,peyva hanê tê qedexe kirinê.”

Di axaftina xwe de wî wekî Partiya Sosyalîst a Kurdîstan, banga wezetara Navxweyî û hikumeta AK parti jî dike, ku pêşiya binpêkirina maf û azadiya demokratîk ji aliyê Walîtiya Manisa ve bigre û evlehiya can û malên endamên wan biparêze.

Her weha wî bangê rêxistinên mafê mirov û hêzên welatparêz û demokratîk dike, ku li hemberê kiryarên hanê yen ne yasayî hestyar bin û dengê xwe li hemberê êrîş li ser peyva “Kurdistanê” û li ser Kurdan, ku li rojavayê tirkiyê dijin, bilind bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin