Votel: Metirsiya DAIŞe li herêmen nakok berdewam e

Votel: Metirsiya DAIŞe li herêmen nakok berdewam e

Joseph Votel ragihand, ku hîn metirsiya DAIŞê û bi taybetî li navçeyên cihê nakokiyê êrîşên metirsîdar encam dide û diyar kir, ku Amerîka kar dike ku Pêşmerge û hêzên Iraqî bihev re aramî wan navçeyan biparêzin.

A+A-

Fermandarê Fermandeya Navendî ya Artêşa Emerîkayê General Joseph Votel got: "Pêşmerge yek ji hevparên serekî yên Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye, ew û hêzên Iraqî roleke mezin di azadkirina çendîn navçeyan de ji destê DAIŞê lîstin, lê hîn jî DAIŞ çalak e, lewra pêwîst e em wek Hevpeymaniya Navdewletî, hevrêziya xwe li gel Pêşmerge û Hikûmeta Iraq berdewam bikin".

Got jî: "Pêwîst e Hikûmeta Iraqê û Pêşmerge, li navçeyên cihê nakokiyê pêkve kar bikin, daku rê li ber metirsiyên DAIŞê bigirin, wê demê emê wek Hevpeymanî alîkariya wan bikin".

Pêşmerge li navçeyên cihê nakokiyê neman e û çekdarên DAIŞê êrîşên xwe li dijî xelkê wan navçeyan zêde kirine, berpirsekî serbazî Amerîkî ragihand, ku niha ew kar dikin ji bo Pêşmerge û hêzên Iraqî pêkve aramiya wan navçeyan biparêzin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin