Votel: HSD bi tena serê xwe nikare bi DAIŞê re şer bike

Votel: HSD bi tena serê xwe nikare bi DAIŞê re şer bike

Fermandarê CENTCOMê Joseph Votel ragihand ku ew biryara Trumpî ya vekişîna ji Sûriyê şaş dibîne û got: 'DAIŞ hê ji têkçûnê dûr e'

A+A-

Joseph Votelê ku mezintirîn fermandarê Amerîkayê yê li Rojhilata Navîn e,  di hevpeyvîna xwe ya bi CNN Internationalê de, di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Votelî got, hêzên ku Amerîka piştevaniya wan dike, ne amade ne bi tena serê xwe têkoşîna li dijî DAIŞê bikin.

Li ser biryara vekişîna ji Sûriyê jî Votelî got: "Ev ne pêşniyara min bû, pêşniyara min dê wisa nîn bûya, hê jî serokên DAIŞê hene, çekdarên wan hene, alîgir û jêderên wan hene. Ji ber vê, da ku li pey vê rêxistinê biçin, fişara me ya leşkerê divêt'

Votelî rexne li vegotina Trumpî ku gotibû 'Me DAIŞ têk bir' girt û got da ku em bibêjin me ew têk bir, divê ji bo me û hevpeymanên me êdî gef nîn bin. Lê hê jî bîrdoziyeke wan a xurt heye ku bandorê li mirovan bikin.

Votelî herwiha bibîr xist ku wexta Trumpî biryara vekişînê daye, pê re neşêwiriye.

Votelî herwiha anî ziman ku HSD nikare bi tena serê xwe bi DAIŞê re têbikoşe û got: 'Pêdiviya wan bi alîkariya me heye'

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin