Volkswagen bi hezaran otomobîlên xwe ji bazaran vedikişîne

Volkswagen bi hezaran otomobîlên xwe ji bazaran vedikişîne

Şîrket a Volkswagen ragihandiye, di wan otomobîlan de pirsgirêkên teknîkî hene.

A+A-



Bi sedema pirsgirêkên teknîkî, şîrketa Volkswagen a Almanî bi sed hezaran berhemên xwe ji nav bazaran kom dike û ragihand ku piştî çareserkirina pirsgirêkên teknîkî, ew dê ji nûv re wan otomobîlan vegerînin bo xwediyên wan.
 
Şîrket a Volkswagen ragihandiye, rêjeya herî zêde ya otomobîlên ku rastî kêşeyên teknîkî hatine, li bazaraên Amerîkayê hatine firotin.
 
Wê şîrketa  Almanî bang li kiryarên xwe kir û diyar kir ku divê 662 hezar û 185 otomobîl bêne komkirin û kêşeyên teknîkî yên di wan otomobîlan de bêne çareserkirin.
 
Volkswagen tekez kir ku kêşeya sereke di otombîlên elektirîkî de û herwiha di modelên Passat û Atlas de ye, ku di salên 2016-2017 û sala 2018 de hatine berhemanîn.
 
Projeya komkirina û bekişandina wan otomobîlan dê ji sibe Çarşemiyê ve dest pê bike.
 
Herwiha vekişandin û çakkirina wan otomobîlan jî dê bê beramber û li ser xercê kompaniyê bi xwe be.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin