Vîyan Sebrî: Kurd dixwazin hikûmeta nû berdewamîyê bide rêkvtinên serdema Ebdulmehdî

Vîyan Sebrî: Kurd dixwazin hikûmeta nû berdewamîyê bide rêkvtinên serdema Ebdulmehdî

Seroka Fraksîyona PDKê li parlamentoya Iraqê Vîyan Sebirî jî dibêje, dê kurd hemû wan postên xwe wergirin, yên ku di kabîneya Adil Ebdulmehdî de hebûn û tekez kir, nabe pişka Kurdan ji wan postên niha kêmtir bin.

A+A-

 

Helkewt Ezîz

Serokezîrê raspadî yê Iraqê ji bo pêkanîna kabîneya xwe ya nû, li gel alîyên Şîe dest bi gotûbêjan kirîye û biryar e di çend rojên bê de li gel alîyên Kurd jî bicive. Seroka Fraksyona PDKê li parlamentoya Iraqê jî dibêje, nabe pişka Kurdan di kabîneya nû de ji postên di kabîneya Adil Ebdulmehdî de kêmtir be. Vîyan Sebrî tekez dike, ku Kurd dixwazin hikûmeta nû berdewamîyê bide rêkevtinên serdema Adil Ebdulmehdî.

Li gorî zanîyarîyan, Mihemed Tofîq Ellawî dixwaze hemû wezîrên kabîneya Adil Ebdulmehdî biguhere, lê destpêkê dixwaze nerîn û helwesta raya giştî û alîyên sîyasî werbigire.

Seroka Fraksîyona PDKê li parlamentoya Iraqê Vîyan Sebirî jî dibêje,  dê kurd hemû wan postên xwe wergirin, yên ku di kabîneya Adil Ebdulmehdî de hebûn û tekez kir, nabe pişka Kurdan ji wan postên niha kêmtir bin.

Vîyan Sebrî dibêje: “Bêşik em wek pêkhateya Kurd dê heqê xwe werbigrin, eger ku hikûmeta nû pêk bihê, herwiha em dixwazim kabîneya nû berdewamîyê bi wan jihevtêgihîştin û rêkevtinan bide ku di serdema Adil Ebdulmehdî de û sala 2019 di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine îmzekirin.”

Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir jî daxwaz ji xwendekaran kir, ku dest bi dewama xwe bikin, lê piranîya xwepêşanderan guh nedane wê daxwaza Sedir û li meydana Tehrîr a Bexdayê li dijî Mihemed Tofîq Ellawî siloganan dibêjin.

Fraksyona Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê li parlamentoya Iraqê jî wiha dibîne, ku pirsgirêka Kurdan li ser corê wezaretan nîne û pişka Kurdan di kabîneyê de girêdayî danûstandinên serokwezîrê erkdarkirî û alîyên Kurd e.

Berdevkê Fraksyona YNKê li parlamentoya Iraqê, Dr. Mîran Mihemed jî dibêje: “YNK û PDKê ti kêşeya wan li ser corê wezaretan nîne, paşê danûstandin dê rola xwe hebe ku dê li gel Kurd û partîyên din bike, eger wezîrek bixwe xirab be û alîyên Iraqî daxwaza wê wezaretê bikin, dê guhertin bihê kirin, lê bi awayekê giştî pirsgirêka Kurdan tinebûye di nava proseya sîyasî ya Iraqê de.”

Li gor zanyarîyên ku Rûdawê ji hin çavkanîyên taybet bi dest xistine, heta niha Serokwezîrê Raspartî yê Iraqê Mihemed Tofîq Ellawî lîsteya kabîneya xwe amade nekirîye û ti kes ji bo ti postan destnîşan nekirîye, lê belê destpêkê dixwaze helwest û nerîna raya giştî û alîyên sîyasî werbigire, paşê û berî bidawîhatina dema dîyarkirî ya destûrî ku 26 roj jê mane, dê pêkhateya kabîneya xwe pêşkêşî parlamentoya Iraqê bike.

Mihemed Tofîq Elawî kî ye?

Mihemed Tofîq Ellawî di sala 1954ê de li navçeya Kerda ya Bexdayê jidayîk bûye û di sala 1977an de ji Iraqê derketîye û çûye Lubnanê.

Li Zankoya Amerîkî ya Beyrutê beêda endazyarîya bînasazîyê xwendîye û bo heyameke dirêj li Lubnan û Brîtanyayê maye.

Endamê Encûmena Aborî û Civakî li Neteweyê Yekbûyî bûye, herwiha bo heyamekê bûye şêwkarê Rêxistina Mafên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî.

Endamê Partîya Dawa ya Îslmî bûye û ligel Eyad Ellawî di sala 2005ê de lîsteya bi navê Lîberalên Iraqê saz kirin. Di sala 2006an de bû endamê parlamentoya Iraqê û di 2006-2007ê de Wezîrê Guhestin û Gihandinê bû di kabîneya Malikî de û Sala 2010ê bû Wezîrê Guhestin û Gihandinê di kabîneya duyem a Malikî de.

Sala ‎‎2012ê ji ber pirsgirêkên ligel Malikî dest ji kar kişand

Di sala 2012an de ji ber pirsgirêkên ligel Malikî dest ji kar kişand.

Kesekî nêzîkê Mihemed Baqir Sedir bû.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin