Vîrûsa nenas ji mirovan vedigire mirovan: Çar kes mirine

Vîrûsa nenas ji mirovan vedigire mirovan: Çar kes mirine

Vîrûseka nayê naskirin ji Çînê belav bûye, heta niho çar kes ji ber wê vîrûsê mirine. Tê texmînkirin ku ev vîrûs jî curreyekê vîrûsa Koronayê ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Vîrûseka nayê naskirin ji Çînê belav bûye, heta niho çar kes ji ber wê vîrûsê mirine. Tê texmînkirin ku ev vîrûs jî curreyekê vîrûsa Koronayê ye.

Zanyarên Çînê ragihandine ku vîrûs ji mirovan vedigire mirovan. Li gor daxuyanîya şeva dî hatî weşandin jimara wan kesên li Çînê vîrûs ketîye laşê wan bûye 200.

Ew kesên vîrûs li laşê wan belav dibe bêhna wan diçike.

Rêxistina Saxlemîyê ya Dinyayê (WHO) amadekarîyên xwe dike ku hemî dinyayê ji ber vê vîrûsê hişyar bike.

Çi bûbû?

 Li gor desgehên fermî yên Çînê bi vîrûseka nenas 139 kes mirine. Vîrûs belav dibe. Li Japonya û Taylanê jî hema vîrûs hatîye dîtin.

Li gor nûçeyeka BBCyê, zanyarên ji Qiralîya Yekbûyî gotine jimara wan kesên ev vîrûs li laşê wan belav bûye herî kêm 1.700 kes in.

Li bajarê Wuhanê yê Çînê, ji ber vîrûsê du kes mirine. Ew kesên vîrûs ketî laşê wan nefesa wan çikaye û mirine. 

Lêlolînek li Navenda Nexweşîyên Jêvegir a Koleja Imperîyalê ya li Londonê hatîye kirin. Sazîyê hikûmeta qiralîyê hişyar kirîye.

Karmendên li balafirgehan kesên ji Singapur, Hong Kong, Wuhanê diçin Qiralîya Yekbûyî kontrol dikin.

Prof. Neil Fergusonî gotîye ew di fikarê de ye ku nexweşî zêdetir belav bûbe. Wî dîyar kirîye:

“Ji Balafirgeha Wulanê 19 milyon kes diçin serefa hewayî. Her roj bi tenê 3 hezar û 400 ji wan diçin seferên navneteweyî..

“Lêkolîn nîşan didin ku çêdibe vîrûs li laşê 700 kesên belav bûbe.

Bianet

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin