Vîrusa Korona Pirtir ji 420,000 Kes Kuştine

Vîrusa Korona Pirtir ji 420,000 Kes Kuştine

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 420,000 derbaz kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 420,131 kes bi vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatîye tespît kirin ku li wî welatî 113,700 kes bi wê mirine.

Li dû Amerîka, bi 41,364 mirinên ji vîrusa korona Brîtanya, li dû wê jî bi 40,919 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku vîrusa korona li Çînê 4,638 kes kuştine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin