VÎDYO/ Xelkê Rojavayê Kurdistanê herikîn Efrînê

VÎDYO/ Xelkê Rojavayê Kurdistanê herikîn Efrînê

Bi hezaran kurdên Rojavayî ji bajarên Rojava, Qamişlo, Hesekê û Minbicê bo piştgiriya berxwedanê berê xwe dan Efrînê.

A+A-

Xelkê Rojavayê Kurdistanê ku bo piştgiriyê bidin berxwedanê, ber bi Efrînê ve bi rê ketibûn gihîştin Efrînê.efrin-calaki-1.jpgefrin-calaki-3.jpg

Bi sedan otomobîl û otobusên ji Qamişlo, Reqa, Minbiç, Kobanî û çend deverên din ên Rojava ji bo piştgirî û moralê bidin xelkê Efrînê bi rê ketibûn, gihîştin bajêr. Li ser medya civakî bi weşanên zindî hatina xelkê ji gelek deverên Bakurê Sûriyê ku ji bo piştgiriya xelkê Efrînê li hemberî êrîş û operasyona artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê bi rê ketibûn, hatin belavkirin.

 
Di dîmenan de xuya dibe, beşek ji welatiyên ku ji bo piştgiriya Efrînê bikin ketibûn rê, gihîştine nava bajêr û ji aliyê şêniyên Efrînê ve jî bi kêfxweşî têne pêşwazîkirin.

Gelê Efrînê bi girseyî pêşwazî xelkên Qamişlo, Hesekê û Minbicê kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin