VÎDYO/ Gelo Îran dîsa got radibe pê?

VÎDYO/ Gelo Îran dîsa got radibe pê?

Doh bi şev di navbera terîqata Gonabadî û polêsên îranê de şer derket. Hate ragihandin ku polêsan xwestiye Nîmetullah Reyahî desteser bike lê pêyrewên terîqatê nehiştine û di encama şer û pevçûnan de 3 polês hatine kuştin.

A+A-

Li Tehrana paytextê Îranê di navbera endamên terîqeta Gonabadî û hêzên ewlehî de şer û pevçûn derket. Polîsan dixwest serokê terîqetê Nîmetullah Reyahî binçav bikin endam jî li dijî wê derketin.

 

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê (IRNA), berdevkê Rêxistina Polîsên Îranê Seîd Muntezirulmehdî di axaftina xwe de ragihand ku yek ji çalekvanan bi otobusê kete nava hêzên ewlehî û di encamê de 3 polîs hatin kuştin.

Seîd Muntezirulmehdî di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku bûyera êrişa polîsan li Tehranê li ser rêya Pasdaran qewimî û ji xeyrî êrişkarê polîsan heşt kesên din jî di bûyeran de hatine binçavkirin, rewş aram e û her tişt di bin kontrolê de ye.

Hêzên ewlehî li Tehranê xwestibûn Serokê terîqeta Gonabadiyê Nînetullah Reyahî binçav bikin û endamên terîqetê jî li dijî vê derketibûn û paşî di navbera herdu aliyan de şer derketibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin