Veroj: Komara Kurdistanê, rûdan û destkevta herî mezin a neteweya Kurd e

Veroj: Komara Kurdistanê, rûdan û destkevta herî mezin a neteweya Kurd e

Kurdistanmedia di derheqê 75emîn salvegera avabûna Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê, hevpeyvînek digel Şarezayê Dîroka Kurdan û nivîskarê Bakurê Kurdistanê “Seîd Veroj” kir.

A+A-

Hevpeyvîn: Keyhan Mihemedînijad

P: Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê, di dema avabûnê de heta niha çi bandorek li ser hişyarîya neteweyî ya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê danaye?

B: Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), berîya 75 salan di pêvajoya Şerê Duyemîn ê Cîhanê de, bi serokatîya Pêşewa Qazî Mihemed di 16ê Tebaxa 1945an de li bajarê Mahabadê hatîye damezrandin, li Rojhelatê Kurdistanê pêşengîya têkoşîna rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê kirîye û ji damezrandinê şûn ve piştî pênc mehan (mangan) di roja 22/01/1946an de bûye partîya damezrêner a Komara Kurdistanê.

PDKÎ, partîya pêşeng a damezrênera Komara Kurdistanê ye. Damezrandin û çêbûna Komara Kurdistanê,  di dîroka nêzîk a Kurdistanê de, rûdan û destkevta herî mezin a neteweya Kurd e. Bêguman ked û têkoşîna kurdên çar alîyên Kurdistanê di vê pêvajoyê de heye, lêbelê nîşandana vê îradeya sîyasî û neteweyî, bi pêşengîya PDKÎê pêk hatîye, ji ber vê yekê dema ku behsa hişyarîya neteweyî bête kirin, wek partîya pêşeng û damezrênera Komara Kurdistanê, em dikarin bibêjin ku li çar alîyên Kurdistanê bandoreke pirr girîng li ser peydabûn û geşbûna hişyarîya neteweyî kirîye.

P: Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê, 75 sal berîya niha Komara Kurdistanê ava kir, gelo PDKÎ çi bandorek li ser hişyarîya sîyasî ya parçên dinê yên Kurdistanê danaye?

B: Çawa ku di bersiva pirsa berîya vê de jî hate dîyarkirin, Komara Kurdistanê, di roja 22/01/1946an de hate damezrandin. Her çiqas temenê Komara Kurdistanê nêzîkê salekê be jî, ragehandina Komara Kurdistan (22/01/1946), di dîroka sîyasî ya hemû Kurdistanê de pêngaveke pirr girîng e. Di sedsala bîstan a dîroka sîyasî ya neteweya Kurd de, rûdana herî girîng, ragehandina Komara Kurdistanê ye. Vê rûdanê, bandoreke neteweyî ya civakî û dîrokî li ser çar parçeyên Kurdistanê kirîye, Kurdên çar parçeyên Kurdistanê anîye ber hev û bi taybetî jî bi serokatîya Mistefa Barzanî, kurdên başûrê Kurdistanê bûne hêzeke girîng a parastin û leşkerîya Komara Kurdistanê. Nûnerên Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî di vê pêvajoyê de cih girtine. Divê ev roj, her sal ji alîyê hemû kurdan ve bête bîranîn û pîrozkirin. Ewên ku temenkurtîya Komarê û kêmanîya coxrafya di bin serwerîya Komara Kurdistanê de, wek sebebek piçûkxistin û herêmî mayina Komarê nîşan didin, di rastîyê de girîngîya rûdana ragehandina Komarê tênegihîştine û herweha dixwazin îradeya ragehandina Komara Kurdistanê jî piçûk nîşan bidin. Eger em birawirdekê rûdanên dîrokî bikin; di dîroka têkoşîna civakî û neteweyî de, rûdana ragehandina Komuna Parîsê, ji bo çepgirên dinyayê çiqas girîng be, bi tevî hemû kêmasîyên xwe ve, nîşandana îradeya ragehandina Komara Kurdistanê jî, ji alîyê neteweya Kurd ve ewqasî girîng e. PDKÎ jî, partîya pêşeng û damezrêner a Komara Kurdistanê ye. Bêguman berîya PDKÎ; rêxistinên wekî “KAK” û “JK” jî hebûn û wan jî di vê pêvajoyê de cih girtine. Dema ku em vê pêvajoya dîrokî ji nû ve binirxînin û basa bandora PDKÎ ya li ser hişyarkirina neteweyî bête kirin, wek partîya pêşeng û damezrênera Komara Kurdistanê, em dikarin bibêjin ku li çar alîyên Kurdistanê bandoreke pirr girîng li ser peydabûn û geşbûna hişyarîya neteweyî kirîye.

P: Pêwendîya Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê digel partîyên din ên Kurdistana mezin çawa bûye?

B: Pêwendîyên sîyasî û neteweyî yên Rojhelatê Kurdistanê bi parçeyên din re, ji salên 1880ê yê dema tevgera Şêx Ubeydullahê Şemzînî ku piştgirîyek mezin ji kurdên Rojhelatê Kurdistanê girtibû dest pê kirîye; beşeke girîng ê tevgerê li Rojhelatê Kurdistanê pêkhatibû. Tevgera bi serokatîya Simkoyê Şikak û di sala 1928an de Tevgera Agirî û heta damezrandina Komela “JK”ê û pişt re jî PDKÎ, em dikarin bibêjin ku pêwendîyên wan ên sîyasî û neteweyî ji van salan bigre heta îro hatîye. Di destpêka sala 1914an de, şanda ku pêkhatibû ji Şêx Evdiselam Barzanî, Simkoyê Şikak û Ebdurezaq Bedirxan bi hev re bi navê şanda Kurd serdana Rûsîyayê kiribûn û ji nûnerên Rûsya daxwaz kiribûn ku piştgirîya tevgera neteweyî ya Kurdistanê bikin.

Em weha dizanin ku pêwendîyên bi başûr re jî bihûrîya wê digîje dema Şêx Ebduselam û paşê Şêx Mehmûd û dema Komara Kurdistanê jî bi Mistefa Barzanî û hevalên wî ra berdewam dike… Ji xwe bihûrî Partî Demokrat a Kurdistana Îraqê PDKI jî digîje salên damezrandina Komara Kurdistanê, salek piştê PDKÎyê li ser atmosfer û hêvênê îradaeya ragehandina Komara Kurdistanê hatîye damezrandin. Ev her du partî jî, berhema îradeya ragehandina Komara Kurdistanê ne.

Ji rûxandina Komarê şûn ve, darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, ji bo PDKÎ û tevgera neteweyî ya li Rojhelatê Kurdistanê bûye darbeke mezin û li Rojhelatê Kurdistanê heta destpêka salên 1960î lawazî û bêdengîyek çêbûye. Piştî vegera Barzanî û hevalên wî ji Yekîtîya Sovyetê, bandoreke pirr girîng û erênî li ser her çar parçeyên Kurdistanê kirîye. Herweha pêkhatina peymana 11ê Adarê li Başûrê Kurdistanê, bêtir bandor xistîye ser tevgera neteweyîya Rojhelatê Kurdistanê û di sala 1973an de bi serokatîya Dr. Ebdulrehman Qasemlo, têkoşîna PDKÎ ketîye di nava pêvajoyekî nû. Hervîsa Dr. Ebdulrehman Qasemlo, bi havêna îradeya Komara Kurdistanê çê bûbû û perwerdeyîya xwe jî li Ewropayê girtibû. Ew di destpêkê de, ji ber pêla bayê demê, li ser xetek çepgirî meşyaye û piştî tecrûbeya bûyerên salên şêstî, li ser zemîneke neteweyî ya Kurdistanî berê xwe daye xeta sosyal demokrat. Vê perspektîfê asoya sîyasî û pêwendîyên neteweyî yê PDKÎyê firehtir kirîye û têkilîyên digel rêxistinên parçeyên din ên Kurdistanê jî geştir kirîye. Ji nû ve nirixandina Şoreşa Îslamî ya Xomêynî û pêvajoya salên 1979an, babetek dî ye. Lê em dibînin ku di vê pêvajoyê de jî pêwendî geş û berfireh bûne. Di sala 1991an de, piştî ewê ku gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê çarenivîsa xwe bidestve girt, ji bo parastina destkevtîyên neteweyî û behane çênekrina ji dewleta dagirker a Îranê re, hesasîyetek girîng hatîye nîşandan û xebata çekdarî ya PDKÎyê hatîye rawestandin. Ev hemû mînak û gelek mînakên din jî didin nîşandan ku bi tevî hemû kêmanîyên xwe ve, pêwendîya bi parçeyên din re baş bûye. Di dema niha de jî ragehandin gehiştîye qonaxek gelek pêşketî, em di dema înternetê de ne û sînorên dewletên dagirker nikarin pêşî li pêwendîyên me bigrin. Em bi asanî dikarin gav bi gav hev bişopînin. PDKÎ jî di nav de; divê hemû alîyên tevgera neteweyî û azadîya Kurdistanê karibin xwe nû bikin û ji potansîyela her çar parçeyên Kurdistanê îstifade bikin, li gor vê dema nû, pêwendîyan pêk bînin û rêbazên nû ji bo pêşxistina têkoşîna neteweyî biceribînin.   

P: Tu xebata nû ya PDKÎ li jêr navê “Rasan”ê çawa dinirxînî?

B: Di rewşa sîyasî ya navneteweyî û herêmî ya îro de, li Rojhelata Navîn û Kurdistanê, di bin ronahî û pêşengîya sîyaseteke neteweyî de, bi ruh û îradeya damezrandina Komarek nû, pêdivî bi têkoşîn û xebateke xurt û berfireh heye. Bêguman divê hemû cureyên xebatê û sehayên civakî bêne tijekirin û dagirtin. Di rewşa îro ya Rojhelata Navîn de, bi taybetî li meydanê hêza te ya xwecihî û parastinê tune be, li ser pîya mayin û bandor li civakê kirin nemimkun e. Di vê çarçoveyê de, çi dibe bila bibe, li ser erdê Rojhelatê Kurdistanê bicihbûna pêşmergeyan pir girîng e û divê ew her bête teqwîyekirin. Ji bo vê yekê astengîyên ku PKK dixwaze derxîne, ji berjewendîyên neteweya kurd re xizmet nake. Bêguman Kurdistan welatê hemû kurda ye, lêbelê divê berjewendîyên neteweya kurd, li ser hemû berjewendîyên rêxistinî bêne qebûlkirin. Di sala 1945an de dema ku Barzanî derbasê Rojhelatê Kurdistanê bûn û tevlî xebata damezrandina Komara Kurdistanê bûn, li gor îradeya sîyasî ya Serkomar û serkirdayetîya sîyasî ya Komara Kurdistanê tevgerîyan. Îro PKK, di çarçoveya armanca sîyasetek kêmneteweyî/eqlîyatî de, dixwaze sîyaseta Turkîyeyîbûn, Îranîbûn, Iraqîbûn û Sûryeyîbûnê bi neteweya kurd bide qebûlkirin. Di pratîkê de li gor vê tevdigere û mudaxaleyê îradeya sîyasîya parçeyên din dike. Ev ne rast e û ne li gor berjewendîyên neteweya Kurd e.  

Ku em ji nû ve vegerin li ser bersiva pirsa we, qasê ku em dişopînin xebata bi navê Rasan, xebateke pirralî û pirrengî daye ber xwe. Eger bi vê rêbazê, karibin dînamîzm û tecrûbeya beşên cur bi cur yên civaka kurd û rêxistinên din bi rêk bixin, hêz û enerjîyek pirr girîng derdikeve holê. Ji ber vê yekê, rêkxistin û serkevtina xebata Rasan pirr girîng e.

P: Xebata Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê, çi bandorek li ser hevkêşeyên sîyasî yên Kurdistana mezin daynaye?

B: PDKÎ; partîya damezrêner a Komara Kurdistanê ye, partîya Pêşewa Qazî Mihemed e, xwedî tecrûbeya sîyasî û neteweyî ya 75 salan e û bêguman bandorek wê ya girîng li ser hemû girûpên sîyasî yên kurd heye û bawer dikim bi vê tecrûbeya 75 salan, dê bandora wê li ser hevkêşeyan partî û girûpên din erênî be. Bawer dikim bi rêxistinên Bakurê Kurdistanê re hevkêşîya herî girîng, bi PKK/PJAKê re ye.  Dîtina min ev e; PKK sîyasetek kêmnetewî dimeşîne, xwe wek rêxistinek Turkîyeyî dibîne, dijî mafê çarenivîsî û serxwebûna Kurdistanê ye, ji ber vê yekê divê bêşert û bêmerc destê xwe ji parçeyên din ên Kurdistanê bikşîne, astengî û zehmetîyan ji rêxistin û desthilatdarîya wan re dernexîne. Eger ku PKK sîyaseta tedaxula karûbarê navxweyî yê parçeyên din berdewam bike, dê bibe sedemê sereke yê peydabûna birakujîya neteweya Kurd çawa ku berîya niha mînakên wê hatine dîtin. Partî û girûpên din ên Kurdistana Bakur jî, berdewamî vê sîyaseta PKKê rexne dikin. Di vê mijarê de, helwest û sîyaseta PDKÎyê rast û erênî tê nirixandin. Bi minasebeta 75mîn salvegera damezrandina PDKÎyê; şehîd Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Şerefkendî û Qaderî bi rêzgirtinek gewre bi bîr dihênim, pîrozbahî li serkirdayetî û hemû xebatkarên partîyê dikim û hêvîdarim ji bo dahatûya nêzîk amadekarîyek baş çêbe û fersendeke nû ya wekî 1946an û 1979an ji dest neçe.

 Ji bo çavkanîya hevpeyvînê bitikînin

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin