Venezuela/Serokê opozîsyonê serokatiya xwe ragihand

Venezuela/Serokê opozîsyonê serokatiya xwe ragihand

Serokê Parlementoya Venezuêlayê û rêberê opozisyona wî welatî xwe weke serokê demkî yê wî welatî ragihand û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî piştevaniya xwe bo wî eşkere kir. Maduro jî daxwaza kontrolkirina rewşa welat ji artêşê dike.

A+A-

Serokê parlementoya Venezuêla Juan Guaido (Xuwan Giwaydo), ku di heman demê de serokê opozisyona wî welatî ye, li qadeke Karakas a paytexta wî welatî weke serokê demkî yên wî welatî û di nav girseya xwepêşanderan de sonda serokatiyê xwar û soz da, ku hilbijartinên demokratîk li welat birêve bibe.

 

Serokê Amedîkayê, Donald Tramp jî ragihand, ku ew serokatiya rêberê opozisyona Venezuêlayê bi fermî nas dike û dê weke serokê welat serederiyê li gel wî bike.

 

Trump got, dê Amerîka bi hemû şiyanên xwe piştevaniya wî bike.

 

Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo di peyamekê de ragihand, ku Amerîka parlamentoya Venezuêlayê weke hikûmeta fermî ya wî welatî nas dike.

 

Serokê Venenuêlayê, Nîkolas Maduro jî di gotarekê de daxwaz ji artêşa welatê xwe kir, ku rewşê kontrol bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin