Veguhastina çekan a Tirkiyê bo ser sînor didome

Veguhastina çekan a Tirkiyê bo ser sînor didome

Artêşa Tirkiyê li ser şandina hêzên zêdetir bo ser sînorê Sûriyê berdewam e û şeva bihorî karwaneke din a leşkerî ku ji tank, zirêpoş û çekên giran pêk dihat, bo ser sînor hate şandin.

A+A-

Li gor medyaya Tirkiyê,  ev karwana nû ya leşkerî ya Artêşa Tirkiyê ku ji tank, zirxpoş, çekên giran û alavên locestîkî û leşkerî pêk dihat, ber bi deriyê sînorî yê Oncupinara Kilis û Hatayê ve hatiye şandin.

 

Ew karwanê leşkerî di jêr tedbîrên tund ên ewlekariyê de ber bi sînorê Tirkiyê û Sûriyê hatiye şandin. Di wan demên dawiyê de rojane Artêşa Tirkiyê hêzên zêdetir bi çek û alavên leşkerî bi rêya sînorê parêzgeha Hatay û Kilîsê dişîne ser sînorê Sûriyê.

 

Şandina wan hêzên zêde û alavên leşkerî di demekê de ye, ku doh Duşembiyê li bajarê Soçî yê Rûsyayê, Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi hev re civiyan û li ser rewşa Idlibê li hev kirin.

 

Erdogan û Putin piştî civîna xwe ya li Soçiyê ragihandin, ku dê li Idlibê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û opozisyonê de herêmeke bêçek were avakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin