'Vedat Aydin jiyana xwe da doza Kurd û Kurdistanê'

'Vedat Aydin jiyana xwe da doza Kurd û Kurdistanê'

.

A+A-

 Dosyeya yekemîn qurbaniyê tawanê kiryar nediyar li Bakurê Kurdistanê tê girtin. Îro 30 sal di ser revandin û kuştina siyasetmedarê Kurd û çalakvanê mafên mirov Vedat Aydin re derbas dibin ku Serokê Şaxa Amedê ya Partiya Kedê ya Gel (HEP) bû û wek yekemîn qurbaniyê tawanê kiryar nediyar li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê danîn.

Şukran Aydin hevjîna Vedat Aydin dibêje “Li Enqereyê di girtîgehê de ma. Di kongreyê de bi Kurdî axivî, hat girtin. Piştî 3 mehan derket ber dadgehê, di dadgehê de dîsa bi Kurdî axivî û ew berdan. Got van biryar dane dê min ji holê rakin. Ji xwe ji berê de xebatên Kurdî dikir. Kesekî Kurd û Kurdperwer bû. Bi temamî xwe dabû xebatên Kurdî.”

Di 30mîn salvegera qetilkirina wî de bi hinceta derbasbûna dema yasayî, dosyeya Vedat Aydin bidawî dibe û bêyî dadgehkirina bikujên wî, dosye tê girtin.

Şukran Aydin behsa rewşa wê rojê jî kir û got, "Qiyametek jî ew roj bû. 3 hezar mirov hatin binçavkirin. Nêzikî hezar û 500 mirov jî birîndar bûn.”

Hevjîna Vedat Aydin ji Rûdawê re got, hevjînê wê ji aliyê pêkhateya dewleta kûr a Tirkiyê ve hatiye kuştin.

Şukran Aydin di birina Vedat Aydin de wiha dibêje “Serokên dewletê bixwe biryar dabûn. Piştî ku wan biryar da, ew ên binê wan ên ku çek bikar dianîn, hatin ew birin. Wextê ku hatin ew birin ez li mal bûm. Du caran ez birim emniyetê îfadeyên min girtin, emniyeta wan zêde zêde bi ser min de hat û ji min re gotin îfadeyên xwe bigiherinê, gotin bibêje yên ku hatin berderî, ez wan nas nakim. Min jî got ez naguherînim. Wan jî got eger tu neguherînî em ê te jî ji holê rakin. Min jî got hûn min bikujin jî, min bihêlin jî ez îfadeyên xwe naguherînim. Di 94an de gundê me şewitandin. Gundê me tenê malbata Aydin e, xerîb tê de tune ne. Bavê min û bavê rehmetî (Vedat Aydin) du bira ne. Gotin tiştek tê de nehatiye girtin jî lê gundê Vedat Aydin e, hûn terorîst in, em ê bişewîtinin.

5ê Tîrmeha 1991an çend çekdaran ku cilûbergên polîsan li xwe kiribûn û xwe wek polîs dabûn naskirin, li navenda bajarê Amedê bi ser mala Vedat Aydin de digirin û wî direvînin.

Şukran Aydin axavtina xwe wiha domand, “Me Cenaze anî, heta em hatin li ser sûrên Amedê cihên xwe girtibûn. Goristan li bin sûrên Amedê ye.”

Piştî vê bi 2 rojan Cenazeyê Vedat Aydin li Madena Xarpêtê hate dîtin. Roja 10ê Tîrmehê cenazeyê wî anîn Amedê û bi deh hezaran kes di pêşwaziya cenaze de amade bûn.

Kurê Vedat Aydin got “Wê çaxê em zarok bûn, bavê me piçek mijûl dibû, me tam nizanibû. Pişt qetilkirina wî û wê qelebalixiyû, me fûm kir ku bavê me bi temamî jiyana xwe ji bo doza Kurd û Kurdistanê.”

Bûyera kuştina Vedat Aydin yekemîn tawanê kiryar nediyar e, ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê JITEMê ve hatiye kirin ku pêkhateyeke nehênî ya dewleta Tirkiyê bû û bi sedan tawanê kuştinê dijî siyasetmedar û kesayetiyên Kurd li Bakurê Kurdistanê kirine.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin