Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Vê hilbijartinê çi da me Kurdan?

A+A-

Weke herkes dizane ku di hemî hilbijartinên li tirkiyê û li bakukrê kurdistanê pêk hatine û tên, zêde fêda xwe ji me kurdan re tune ye.

Ev şikil û şemala hilbijartinên tirkiyê piştî damezrandina komara tirk û heta niha kêm zêde bi yek armancê bi yek helwestê tê û dihare.

Armanca wan ji vê ew e ku tim mafê kurdan binpê bikin. Kurdan ji kurdbûna wan bixin, navê hêjayiyên wan bihugerin û înkara welatê kurdistanê bikin û dikin.

Helbet wê dîrok tu tiştekî ji bîr neke. Her weha di hemî hilbijartinên li tirkiyê pêk hatine û wê bin jî dê neyên ji bîr kirin.

Ez vê zêde nekim û vegerim asasê meselê ku di vê hilbijartinê de (31.3.2019) Kurdan çi bi dest xistin, çi wendakirin, gelo di vê hilbijartinê de em çi fêr bûn, me çi da gelê xwe. Ya girîng ev e, loma divê em li ser vê hinekî dîtinên xwe bêjin.

Ez ê bi awayekî vekirî, eşkere û zelal nerîn û dîtina xwe bînim zimên ku vê hilbijartinê çi da me?

Li gor min ya herî girîng ev e ku di vê hilbijartinê de pêngaveke yekem û giring piştî 30-40 salan hate avêtinê. Piştî 30-40 salan dibêjim, ji ber ku di vê demê de hema bêjin; kurd weke kurd derneketin hola siyasetê û li meydan û kolanan bi kurdî nekirin gazî û hawar.

Bi saya vê tifaqê, (Tifaqa demokrat û welatparêz) hate dîtin ku bakurê kurdistanê ne bê altarnatîf e. Ha dibe ku lawaz bû. Lê em her yek ji aliyê xwe de, li gor hêz û qaweta xwe piştgirî dabûna wê dikarî bû bibe altarnatîfa herî xurt û dibû ku hin şaredarî jî derxistibana. Wê biba altarnatîfa ku bikarîba rojeva bakurê kurdistanê jî biguherîne.

Lê em bi hevre, bûne şahidê wê yekê ku di vê hilbijartinê de me kurdan çi bi dest xist? Li gor min bi destxistina herî girîng ew bû ku ew tirsa li ser xelkê di vê hilbijartinê de ji teref tifaqa welatparêz û demokrat ve hate rakiriin ango kêmkirin.

Piştî 30-40 salan yekem car bi derketina kolanan bi dengekî cûda û awazekî nû bang li xelkê hate kirin ku dengê xwe bidin xwe.

Her weha me dît û bûne şahidê wê yekê jî ku dema te dengekî cûda, nerîneke nû pêşkêşî gelê xwe kir, ew jî wê vê bi awayekî nirx bihesibîne û li gor wê bibe xwedî helwesteke nûjen.

Me hemiyan ji destpêkê de dizanîbûn ku wê tu namzetên tifaqa welatperwer û demokrat nayên hilbijartinê ji ber ku him haziriyeke baş û hevbeş tune bû û him jî care ewil bû ku bi dengekî cûda derketandina kolanan ji xelkê re hinekê ecêb hat û him jî di destnîşankirina namzetande kêmanî ango şaşî hebû.

Lî dîsa jî baş bû, ew tirs û xofa bi salan bi saya vê tifaqê rabû an kêmtir bû. Ev jî bû serketineke siyaseta bakurê kurdistanê ya piştî salên dûr û dirêj.

Vê tifaqê xwest ku bi helwesta xwe ya welatperwer siyaseta 30-40 salan biguherin.
Ev jî cihê kêfxweşiyê bû. Me bi hevre dît çi dema partî û rêxistinên me bikevin nava xelkê, aha wê demê xelk jî wê bikeve nava wan. 

Weke xortekî xwendevan di çalakiya vê tifaqê de ku daxwaza belavkirina belovan kiribû û ev dide zanîn dema em hebin wê her xelk ji wê siyaseta nerast û acizin, werin ba me. 

Dema tu bêje ez heme, milet jî dê li wê hebûnê xwedî derkev e. Dema te got vaya ez li meydanê me, xelkê jî bireve ba te. 

Ji bona tifaqa welatperwer û demokrat dengekî cûde derxist, wê zemîna siyaseta şaş jî bi wî dengê li bakurê kurdistanê bilind kirin, guherîn an jî gava ewil ya guherandinê anî.. .

Her weha di vê hilbijaratinê de em fêrî wê yekê jî bûn ku dema partî û rêxistinên me  dem û dezgehên me, bi hevre kar bikin, yekitî an eniyên neteweyî ava bikin wê xelkê me jî dê ji wê siyaseta şaş vegerin ba ya baş.

Ha kêmaniyên vê tifaqê tunebûn, hebûn, erê gelek jî bûn. Lê di vê nivîsê de min xwest ji kêmaniyan bêtir fêda vê da me û gelê me çi bû, wê bêjim.

Lewra jî fêda vê ya herî girîng ew bû ku, piştî 30-40 salan gaveke weha, tirs û xofa li ser xelkê rakir. Ruhê bi hevre karkirin û yekîtiyê ji nû de zîndî kir. Divê ev her berdewam bibe û êdî bikaribin piraniya kurdan û rêxistinên welatparêz di bin vê sîwanê de bighêjinînin hev.

Bi ruhiyeteke neteweyî, bi cesareteke bê hempa,, bi danûstendinên kurdewarî, bi diyalogên kurdistanî divê hemî kurd mil bidin hev û li hember siyaseta şaş ji bona azadiya gelê xwe dest bi çalakiyan bikin. Aha wê demê dê serketin bibe ya wan. Ya me û hemî gelê me.

Önceki ve Sonraki Yazılar