Vê hefteyê 3 jê xwemalî 7 fîlm wê li Tirkiyeyê li sînemayan bên nîşandan.

Vê hefteyê 3 jê xwemalî 7 fîlm wê li Tirkiyeyê li sînemayan bên nîşandan.

Vê hefteyê 3 jê xwemalî 7 fîlm wê li Tirkiyeyê li sînemayan bên nîşandan.

A+A-

Fîlmê "Kovan"ê ya derhêneriya wê Eylem Kaftan dike ew ê sibê têkeve vizyonê. Di fîlmê da Meryem Uzerlî, Feyyaz Duman, Hakan Karsak, Burcu Salîhoglu û Dîzem Kaftan dilîzin.

"Kovan"ê ji gelek festivalan xelat sitandiye û di fîlmê da jinek ji ber nexweşiya diya xwe ji Almanyayê tê Artvînê û dest bi mozvantiyê dike.

Fîlmê ku galaya wê di 22yê Çiriya Pêşiyê ya 2019an da li Festivala Fîlman a Boxazîçiyê hatiye kirin ji Platforma Work in Progress a Fîlmên Dirêj a Antalyayê û Festivala Fîlman a Meletiyê "Xelata Derhêneriyê ya Herî Baş", ji Festivala Fîlman a Qeyseriyê jî "Xelata Dîmenên Herî Baş" sitandibû.

"Randiman"

Derhêneriya fîlma "Randiman"ê Mehmet Hoşnut dike û di fîlmê da Cezmî Baskin, Salîh Kalyon, Yagmur Un, Kerîm Aydemîr û Ferîha Eyuboglu dilîzin.

Fîlm di cureya komediyê da hatiye kişandin û di fîlmê da qîzeke xama ji bo karê ajansa reklamê ya lê dixebite diçe Ordiya zaroktiya wê lê derbas bûye û di fîlmê da qala serpêhatiyên wê dikin.

"Serdagirtina Cinan"

Derêneriya fîlma "Serdagirtina Cinan" Kadîr Genç dike û di fîlmê da Yagmur Çapal, Neslîşah Erturk, Goknîl Gok û Ugur Elaldi dilîzin.

Di fîlmê da keçikek hesûdiya hevala xwe dike ji bo vê serî li sêr û niviştan dixe.

"Şerê Nemiran" 

Di fîlma "Şerê Nemiran" da Eric Roberts, Mindy Robinson, Bill Oberst Jr. û Ronnie Nanos serlîstikvaniyê dikin.

Derhêneriya vê fîlmê Joe Lujan dike û di fîlmê da Trikalypse û îsyankar dibin mitefîq û dijî hikmê Dominion têkoşîna azadiyê didin.

"Heysid"

Derhêneriya fîlma "Heysid"î Hu Guanê ji Çînê dike di fîlmê da lîstikvanên wekî Zhi-zhong Huang, Zhang Junyi, Hao Ou û Wu Jiang dilîzin.

Fîlm di cureya aksiyonê da hatiye kişandin û di fîlmê da qala 800 esker û sivîlên ji Çînê yên ku di sala 1937an da li Şangayê dijî artêşa Japonyayê têkoşînê didomînin dikin.

"Serpêhatiya Şexsî ya David Copperfield"

Senaryoya fîlmê ji pirtûka Charles Dîckensê nivîskarê sedsala 19an a bi navç "Serpêhatiya Şexsî ya David Copperfield" hatiye hildan. Fîlmê da qala hewla jiyanê ya Davîd Copperfîeldê ji bûyîna wî pê va gelek tiştên ecêb tên serî dikin.

Derhêneriya fîlmê Armando Iannuccî dike û di fîlmê da Dev Patel, Peter Capaldi, Hugh Laurie, Tilda Swinton û Ben Whishaw dilîzin.

"Pîreboka Daristanê" 

Derhêneriya fîlma "Pîreboka Daristanê" Jordan Barkr dike û di fîlmê da Hannah Kasulka, Craig Arnold, Sasha Clements, Corbin Bleu û Alexander De Jordy dilîzin. 

Fîlm di cureya tirsê da hatiye kişandin, di fîlmê da Jîll û hevalên wê diçin betlaneya zivistanê û gelek tiştên ecêb tên serê wan. (FD)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin