Vê Hefteyê 12 Fîlm Wê Bikevin Vîzyonê

Vê Hefteyê 12 Fîlm Wê Bikevin Vîzyonê

Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 5 jê xwemalî wê 12 fîlm bikevin vîzyonê.

A+A-

Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 5 jê xwemalî wê 12 fîlm bikevin vîzyonê.

"Klûba Sextekaran"

Derhênerê fîlm "Kilûba Sextekaran" James Cox e û tê da Ansel Elgort, Taron Egerton, Emma Roberts, Sukî Waterhouse, Kevin Spacey, Jeremy Irvîne û Billîe Lourd dilîzin.

Çîroka "Kilûba Sextekaran" çîrokeke rast e ku di salên 1980î da li Amerîkayê deng vedaye. Di fîlm da komeke kesên ku ji Harvardê mezûn bûne pergaleke sextekariyê ava dikin û peyra bûyer li hev diqelibin.

- "Kîjan Jinik"

Derhênera fîlmê "Kîjan Jinik"ê Safy Nebbou ye û tê da Julîette Bînoche, Nîcole Garcia, Françoîs Civîl, Guîllaume Gouîx, Charles Berling û Francîs Leplay dilîzin.

Promiyeriya dinyayê ya fîlmê "Kîjan Jinik"ê di Mihrîcana Fîlman ya Berlinê da hatiye kirin. Di fîlmê "Kîjan Jinik"ê da komedî û dram tevlihev e. Lehenga fîlmê jinika akademisyen ya 50 salî ku du zarokên wê hene ji bona hezkiriyê xwe yê ciwan ji ser medyaya civakî bişopîne hesabeke sexte vedike.

- "Bharat"

Derhênerê fîlmê "Bharat" yê Hindistanê Elî Ebbas Zafar e û tê da Salman Khan, Katrîna Kaîf, Sunîl Grover, Jackîe Shroff û Sonalî Kulkarnî dilîzin. Di fîlm da qala çîroka zilamê soz daye bavê xwe tê kirin ku ji sîrka tê da dixebite beşdarî hêzên behrê dibe.

- "Ew Beş 2"

Derhênerê fîlmê "Ew Beş 2" Andy Muschîettî ye û tê da Bill Skarsgard, Jessîca Chastaîn, James McAvoy, Bill Hader, Troy James, Jay Ryan, Isaîah Mustafa, Andy Bean, Sophîa Lillîs û Jack Dylan Grazer dilîzin.

Di "Ew Beş 2" da palyaçoyê bi navê "Pennywise" ku bi çîrokên xwe yên hovane tê zanîn miseletî serê komeke zarokan dibe. Di fîlmê "Ew Beş 2" da qala berdewama çîroka endamên "Kilûba Belengazan" tê kirin ku bi bangekê piştî 27 salan cardin dicivin.

Çîroka fîlm bi heman navî ji romana Stephen Kîng hatiye hildan û sernaryoyê Gary Dauberman nivîsiye.

- "Zarokên Efendî"

Derhênerê fîlmê "Zarokên Efendî" Gene Stupnitsky ye û tê da Jacob Tremblay, Keîth L. Willîams, Brady Noon, Molly Gordon, Midorî Francis, Will Forte û Sam Richardson dilîzin. Di "Zarokên Efendî" da qala bûyerên tê serê sê xwendekarên pola şeşemîn yên ku hevalên hev in tê kirin ku roja naçin dibistanê diqewimin.

- "Rewşa Kolejê"

Derhênerê belgefîlmê "Rewşa Kolejê" Sertan Unver e û tê qala tîma Beşiktaşê tê kirin ku di salên 1989-1992yan da fitbolîstên wan yên serkeftî hebûn û bi sloganên Metîn-Alî-Feyyaz tê bibîranîn.

- "Deşt"

Derhênerê fîlmê "Deşt"ê Mehmet Tanrisever e û tê da Soydan Soydaş, Tarik Tanrisever, Suleyman Kabaalî, Ayçin Tuyun û Yaşar Alptekîn dilîzin. Di fîlm da zilamê li Bozkira navçeya Konyayê dijî yekî dikuje û qala bûyerên diqewimin tê kirin.

- "Beradayî"

Derhênerê fîlmê "Beradayî" Ulaş Bahadir e û tê da Sadık Gurbuz, Semra Dinçer û Sevcan Orhan dilîzin. Di fîlm da sê heval li nezaretxaneyê zilamekî nas dikin û qala bûyerên diqewimin tê kirin.

- "Cin-sî Bozuk"

Derhênerê fîlmê "Cin-sî Bozuk" Bilal Kalyoncu ye û tê da Barbaros Dikmen, Doga Konakoglu, Nora Tokhosepyan, Belînay Sandikçi, Yasîn Obuz, Hakan Burak Bozdogan û Onur Sermik dilîzin.

Fîlmê komedî û tirsê ye û qala bûyerên tê serê du hevalan tê kirin.

- "45 25 #KusursuzCinayet" (Kuştina Bêkêmasî

Derhênerê fîlmê "45 25 #KusursuzCinayet" Bîray Dalkiran e û tê da Gokhan Mumcu, Mehmet Başturk, Beyzanur Mete û Sercan Elîkara dilîzin.

Di fîlm da fenomenên medyaya civakî yeko yeko tên kuştin û ev cinayet tên ronîkirin.

- "Parka Fezayê"

Derhênerê fîlmê "Parka Fezayê" Jong-Shîk Won e û fîlmê anîmasyonê ye. Di "Parka Fezayê" da qala Suhayê ciwan û Omuyê bexçewanê fezayê tê kirin ku hev nas dikin.

- "Zarokê Şêr"

Derhênerê fîlmê "Zarokê Şêr" James Snîder e. "Zarokê Şêr" fîlmê anîmasyonê ye û tê da qala Kîdd Maneyê têjika şêr tê kirin ku bê cî û war dimîne û tê bajaroka Tuckervilleyê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin