Varyanta Delta ya Coronayê li Wanê jî hat dîtin

Varyanta Delta ya Coronayê li Wanê jî hat dîtin

.

A+A-

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê ragihand ku li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 8 pêketiyên vîrusa Corona ya ji corê Delta hatine tomarkirin. Delta coreyeke guhertî ya Coronayê ye û ji Hindistanê belav bûye.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca duh di kongreyeke rojnamevanî de  piştî civîna Encûmena Zanistî li Enqerê behsa rewşa Coronayê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir.

Li gor daxuyaniya Fahrettîn Koca, heta niha li Tirkiyê ti pêketiyekî bi coreyê Delta Plus a vîrusa Coronaya nehatiye tomarkirin, lê li 16 parêzgehan 134 pêketiyên bi corê Delta ya Coronayê hatine tomakirin.

Fahrettîn Koca li gor rêzbendiyê hejmara pêketiyên bi vîrusa Coronaya Delta li parêzgehan eşkere kir ku li gor wê jî; li Stenbolê 82, Duzce 18, Wan, 8, Enqere 4, Îzmîr 3 û li parêzgehên din jî 1-2 pêketî hatine tomarkirin.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê dibêje, her çiqas vaksîn di berengarbûna vî corê Coronayê de jî karîger e, lê guman heye ku ew vîrus ji vîrusa asayî bi awayekî bileztir belav bibe.

Li gor amarên fermî heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 5 milyon û 387 hezar û 545 kes bi vîrusa Coronayê ketine û ji wê hejamrê jî 49 hezar û 358 kes mirine û 5 milyon û 248 hezar û 862 pêketî jî baş bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin