Vaksîna Covîd-19ê di destpêkê de wê li DYAyê were bikaranîn

Vaksîna Covîd-19ê di destpêkê de wê li DYAyê were bikaranîn

.

A+A-

Vaksîna ku Pfîzer û BioNTechê peyda kirine li piştî civîna pesendkirina lezgîn ya 10ê Kanûna Pêşiyê wê li eyaletên DYAyê were belavkirin.

Li gorî Serokê Bernameya Vaksîna Koronavîrusê ya Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA), vaksîna Covîd-19ê di 11ê Kanûna Pêşiyê de wê Amerîkî bikarbînin.

Dr. Moncef Slaoui ji CNNê re gotiye, plan ewe ku li piştî pesendkirina vaksînê “di nava 24 saetan de vaksînan bişînin herêmên bikaranînê”

Li gorî daneyên ku Zanîngeha Johns Hopkînsî berhev kiriye, heta niha li DYAyê ji 12 mîlyona zêdetir kes bi nexweşiyê ketine û 255 hezar kes jî pê mirine.

Ji bo ku bikaranîna vaksînê bi lez were pesendkirin serîlêdane

Herdu şîrketên Pfizer a Amerîkî û BioNTech a Almanî ji bo ku vaksîna Covîd-19ê li Amerikayê bi lez were bikaranîn roja înîyê serlêdan kirine.

Li gorî zanyariyên dawî, rêjeya serkeftina vaksînê ji bo kesên temenê wan li ser 65an ne sedî 94 e.

Pfîzerê hevî dike ku ew ê di sala 2020an de heta 50 mîlyonî û di sala 2021an de jî hilberîna 1,3 mîlyar dozê bikin.

Vaksîna ku Pfîzer û BioNTechê peyda kirine li piştî civîna pesendkirina lezgîn ya 10ê Kanûna Pêşiyê wê li eyaletên DYAyê were belavkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin