UNICEFê bûrsa xwendekarên Rojavayê Kurdistanê birriye, xwendevan nerazîbûn nîşan dan

UNICEFê bûrsa xwendekarên Rojavayê Kurdistanê birriye, xwendevan nerazîbûn nîşan dan

Xwendingehên şagirtên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê, rastî astengiyeke mezin hatine, piştî ku rêxistina UNICEF ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, biryar da alîkariyên diravî ji ser wan bibirre.

A+A-

Ji ber biryareke UNICEFê li Hewlêrê xwendekarên 3 dibistanên koçberên Rojavayê Kurdistanê ji xwendinê bêpar dibin, ji bo nîşandana nerazîbûna li hember vê biryarê jî, îro hejmarek çalakvan, xwandekarên zarok û kesûkarên wan li ber ofîsa Netewên Yekgirtî ya li Hewlêrê kombûneke nerazîbûnê saz kirin.

 

Rêxistina UNISEF a ser bi Netewên Yekgirtî ve biryar daye, ku dibistanên pola yekem a seretayî ya zarokên Rojavayê Kurdistanê bihêne girtin.

 

Li gorî rêvebirên dibistanan, êdî rêxistina UNICEF a ser bi Netewên Yekgirtî ve alîkariyan pêşkêşî dibistanên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê nake.

 

Bi wê biryara rêxistina UNICEFê, zarokên xwandekar ên koçberên Rojavayê Kurdistanê ji xwandinê bêpar dimînin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dibêje, ew nikarin bi tena serê xwe mûçe û alavên pêwîst ênwan dibistanan dabîn bikin.

 

Ji bo nîşandana nerazîbûna xwe, xwandekar û kesûkarên wan zarokan tevî hejmarek ji çalakvanên Rojavayê Kurdistanê îro li Hewlêrê kombûneke nerazî saz kirin.

 

Xwandekaran û çalakvanên Rojavayê Kurdistanê li ber deriyê baregeha ofîsa Netewên Yekgirtî ya li Hewlêrê kom bûn û daxwaza vegera ji vê biryarê û dabînkirina derfeta xwandinê jibo zarokên koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin