UNICEF: Li Sûdanê di pevçûnan de 190 zarok hatine kuştin

UNICEF: Li Sûdanê di pevçûnan de 190 zarok hatine kuştin

.

A+A-

Rêvebera Icrayê ya UNICEFê Catherine Russell gotiye ku divê aliyên nakok êrîşên li ser dezgehên bijîjkî, dibistan, avahî û binesaziyên din rawestînin.

Catherine Russell, Rêvebera İcrayê ya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihandiye ku ji destpêka şer û pevçûnên li Sûdanê heta niha 190 zarok hatine kuştin û 1700 jî birîndar bûne.

Russellê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya der barê mijarê da destnîşan kiriye ku wek her pevçûnê di nav kesên ku herî zêde mexdûr dibin jî zarok in û ji bo parastina wan divê hemû xebat bên kirin.

Russellê bang li hemû aliyan kiriye ku erkên xwe yên li gorî yasayên mirovî yên navneteweyî bi cih bînin û ewlehiya zarokan biparêzin û wiha got: “Rewşa Sûdanê xirab e û zarok bi canê xwe berdêla vê yekê didin. Divê pevçûn ji bo zarokan raweste."

‘Divê êrîşên li ser dibistanan bên rawestandin’

Russell amaje bi wê yekê jî kiriye ku divê alî êrişên li ser tesîsên tibî, dibistan, avahî û binesaziyên din rawestînin.

Russell destnîşan kiriye ku tesîsên UNICEFê yên li Sûdanê zirar dîtine û çavkaniyên wan hatine talankirin ku vê rewşê bandoreke neyînî ya cidî li xebatên alîkariyê kiriye.

Russellê weha gotiye, "Di heman demê de UNICEF banga çareseriyeke siyasî ya demdirêj ji krîzê re dike da ku zarokên li Sûdanê di nava aştiyê de mezin bibin û bi hêvî li pêşerojê binêrin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin