UNICEF: Li seranserê cîhanê 115 milyon zarokên zava hene

UNICEF: Li seranserê cîhanê 115 milyon zarokên zava hene

UNICEFê rapora xwe ya zarokên zava eşkere kir. Li seranserê cîhanê 115 milyon zarokên zava hene.

A+A-

UNICEFê rapora xwe ya zarokên zava eşkere kir. Li seranserê cîhanê 115 milyon zarokên zava hene.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li seranserê cîhanê 115 milyon kur di temenê zaroktiyê de hatine zewicandin. UNICEFê bi daneyên ku ji 82 welatan wergirtine, yekem car derbarê zarokên zava de raporek amade kir.

Li gor raporê, li hemû cîhanê 115 milyon zarokên zava hene. Ji van zarokan 1 ji 5an berî temenê 15 salî tê zewicandin.

Komara Efrîqaya Navîn ji sedî 28 di rêza pêş a zarokên zava de cîh digire, piştî wê Nikaragua ji sedî 19 û sêyem jî Madagaskar e ku ji sedî 13 ye.Li aliyê din, hejmara giştî ya zarokên di temenê zaroktiyê de tên zewicandin gehiştiye 765 milyonan. Niha ji 5 jinên di navbera temenê 20-24 de 1 ji wan berî temenê 18 salî tê zewicandin, ev rêjeya han di nav kuran de ji 30î 1 tê dîtin.

Dîrektora Giştî ya UNICEFê Henrietta Fore derbarê raporê de got: "Zewaca di temenê biçûk de, zaroktiya mirovan ji wan werdigire."

Fore, da zanîn ku zarokên zava tên neçarkirin berpirsyariya mezinan werbigirin û got: "Zewaca di temenê biçûk de, wê yekê ligel xwe tîne di temenekî biçûk de bibe bav. Herwiha bixwedîkirina malê, bicîhiştina xwendinê û ji neçarî karkirin."

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin