UNESCO: Em piştgiriya hewlên ji bo fermîbûna zimanê Kurdî dikin

UNESCO: Em piştgiriya hewlên ji bo fermîbûna zimanê Kurdî dikin

.

A+A-

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) da zanîn ku UNESCOyê bersiva wan a derbarê zimanê Kurdî de daye. 

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) da zanîn ku UNESCOyê bersiva wan a derbarê zimanê Kurdî de daye. Di bersivê de hatiye amajekirin ku UNESCO piştgiriya xebatên HEZKURDê yên derbarê zimanê Kurdî de dike.

Hereketa Zimanê Kurdî di 22ê Sibatê de serî li rêxistina Neteweyên Yekgirtî UNESCOyê dabû û tê de hatibû xwestin ku li Tirkiyeyê Zimanê Kurdî bi yasayê were gerentîkirin û bibe zimanê perwerdeyê.

HEZKURDê da zanîn ku UNESCOyê bersivan wan daye.

HEZKURDê amaje kir ku di bersivê de, piştgiriya rewatiya doz û daxwaza Zimanê Kurdî bi awayekî bi hêz û fermî tê dayîn û bilêvkirina piştgiriyê ji bo HEZKURDÊ jî tê dubare kirin.

Di warê rewatiya perwerdeya pirzimanî li dibistana de jî, UNESCO binê gelek xalên girîng jî xêz dike.

HEZKURDê da zanîn ku ew ê di demek nêz de derbarê bersiva UNESCOyê de civîneke çapemeniyê jî li dar bixin û raya giştî derbarê mijarê de agahdar bikin.

Hezkurd
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin