Ukrayna. Li Kîeve Termên 900 Sivîlan Hatin Dîtin

Ukrayna. Li Kîeve Termên 900 Sivîlan Hatin Dîtin

.

A+A-

Karbidestên Ukraynî ragihand ku piştî vekişîna hêzên Rûsî termên pirtir ji 900 sivîlan li herêma Kîevê hatin dîtin.

Andriy Nebytov, berpirsê hêza polîsê herêmî ya paytext Kîevê ragihand ku termên sivîlan yan li kolanan hatine hiştin yan jî bi awayekî demkî hatine binax kirin.

"Hejmara sivîlên kuştî 900 derbaz kir - û ez piştrast dikim ku ew sivîl in, me termên wan dîtine û hatine şandine beşa lêkolîna dadwerî. Pêzanînên me nîşan didin ku ji % 95 qurbanîyan jiber gulebarana sekvan û birînên çekan hatine kuştin. Jiber vê yekê em fêm dikin ku di bin dagirkerîya Rûsya de mirov li kolanan hatin îdam kirin," Nebytov got.

Wî herwiha da zanîn ku piranîya zêdetirî 350 termên qurbanîyan li Bucha hatine dîtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin