Ukrayna: Di êrîşên Rûsyayê de 143 zarok hatine kuştin

Ukrayna: Di êrîşên Rûsyayê de 143 zarok hatine kuştin

.

A+A-

Dozgeriya Giştî ya Ukraynayê îro Duşemê ragihand, hêzên Rûsî ji 24ê Sibatê ve, 143 zarok li Ukraynayê kuştin.

Serdozgeriya Ukraynayê diyar kir, ji encama êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê, 143 zarok hatin kuştin û 216 zarok jî birîndar bûn.

Ajansa Nûçeyan a Ukraynayê diyar kir, ji ber giraniya rewşa şer hejmara rast a zarokên bûne qurbanî, nayê zanîn.

Di 24ê Sibatê de, Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfireh li Ukraynayê ragihand, hêzên Rûsyayê jî binesazî û deverên niştecihbûnê yên Ukraynayê bombebaran kirin.

Balyoza Ukraynayê li Amerîkayê Oksana Markarova, ji bo rawestandina şerê Rûsyayê, banga piştevaniya zêdetir a navdewletî ji welatê xwe re kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin