Turkîye: Protestoya serê salê

Turkîye: Protestoya serê salê

Li bajarê Aydinê mensubên Ocaxa Erenlerê pîrozbayîya serê salê bî vê awayî protesto kirine.

A+A-

Li meydana Şaredarîya li Navçeya Nazilî ya Bajarê Aydinê yê Tirkiyê rêxistina ’Ocaxên Alperen’ pîrozbayîya serê salê; bi şanoyokê ku tê de kincên efeyan li xwe kirine û debance danîne serê Kalê Noelê ku ew ji bo alema xîristîyan sembola cejna Noelê ye, protesto kirine û bi govenda bi navê Zeybekê nimayîşa xwe dawî anîne.

Lı gor IHAyê Serokê ’Ocaxên Alperen’ yê Aydinê Burak Yaşar gotîye; ”Armanca wan ew bûye ku însanên xwe vegerin eslê xwe; bibe bi xwe. Ew hezar sal in sancaxîya îslamîyê dikin û ewladê miletê tirk yê misilman in. Hasasîyeta ku esnafên wan di roja Noelê de nîşanê adatên xiristîyanan dikin û dikanên xwe dixemlînin ew nîşanê adetê xwe yên dînî û mîlî nadin; ji bo ku ew li dijî pîrozbayîya Neolê ne ew xwestîne cejnên xwe yên milî çawa dihên pîrozkirin nîşanê esnafan bidin, vê nimayîşê li dar xistine.”

Hêjayê gotinê ye ku 'Ocaxên Erenler' rêxistina Ciwan ya Partîya BBP  (Partîya Yekîtîya Mezin) ye ku ev partî ji MHPê veqetîyabû û serokê wê yê berê Muhsîn Yaziciooglu ku di qezayeka helîkopterê de di 2009ê de jîyana xwe ji dest dabû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin