Turkîye: 3 Biryarnameyên nû hat weşandin: 83 komale hatin girtin

Turkîye: 3 Biryarnameyên nû hat weşandin: 83 komale hatin girtin

Hukimeta AKPê di çereçeweya OHAL de 3 biryarnameyên nû derxist.

A+A-

Hikumeta AKPê di çerçeweya OHAL de 3 biryarnameyên nû derxist. Li gor wan; 649 akademsîyên, 838 karmendên Tendûristîyê û 2853 karmanênden dewletê ji kar hatin dûrxistin. Herweha selehayet dan polisan ku ew nasnameya kesên ku internetê bi kar tînin lêbikolin. Û ji alîyê din ve 11 rojnameyên ku bi biryarên berê hatibûn girtin dîsa vebibin.

Û 20 bajaran 83 komele û waqif hatin girtin. Di nav van komeleyan de Komaleya Dîclekent Halkevî, Akademiya Ziman a Ehmedê Xanê, Komaleya Piştevaniya Malbatên ku Xizmên Xwe Windakirî, Enstîtuya Kurd a Stenbolê, Komaleya Çandê ya Mûnzûrê, Komaleya Erebên Demokrat, Komaleya Ji bo Roboskiyê Edalet Ji Bo Cihanê Aştî, Komaleya Çandî ya Dersîmê, Komaleya Çandê ya Pilûrê hene.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin