Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe

A+A-

 

Li Suriyê cihê herî aram Efrîn bû, ne tene li Suriyê, herweha li Tirkîye û seranserê harêma Rojhilata Navîn jî herêma herî aram dîsa Efrîn û navçe û gundên herêmê bûn.

Li Suriyê şerekî dijwar yê navxweyî heye, ti bajarên ku neketin ber bombebaranan neman, wêrankarî û koçberiyek gellekî fireh gelen Suriyê da ber xwe, bi kurtî bêtarek bi ser Suriyê va hat, bêguman ev bedêla siyaseta tûnd li dijî hemwelatiyan bû, ku paşxanek dîrokî heye û ev rejîmê faşist, him civat ji hev qetandibû û him jî hemwelatî hatibûn serkûtîkirin.

Ev sendroma serkûtîkirina civatê teqîya, tûndiyê wekî lehîyekê civat da ber xwe.

Lê, Efrîn qunçikek arama bû di nava vê wêrankariyê da, balefir, top û tanken rejîmê berê luleyên xwe bervê nekiribûn û wêrankarî, rûxandin û kujtinên ku rejîmê nekiribû bike, îro Tirkîyê dike.

Bêguman, bedelên vê çavsorî û êrişkariyê dê hebin.

Tirkîyê dest bi tûndiyê kir, êrişî herêmê kir, ji alozîya Suriyê û kêşeyên di navbera Dewletên Yekbûyî Amerîka û Federasyona Rusyayê da sûde wergirt, bi destûra Rusyayê dest bi êrişê kir.

Ev şîdet e, tûndî dibe ku îro piranîya civaka Tirkîyeyê piştevanîyê bike, sedemên vê hene; bêguman, ev him ji çanda vê civakê û him jî, ji paşxaneya dîrokî û helwesta desthilata têt.

Tûndî wekî şerbetek xweş e, mirov bi kêfxweşî vedixwe, lê pişte demeke tama wê diçe û encamên wê, wekî bandorek xerab û kêşeyên civakî vedigere ser civata wî welatî.

Îro, civata Tirkîyê dikeve ber pêlên tûndiyê, bi sedemên gellekî asayî ku mirov bi axaftinê dikane çareserbike, li vî welatî pir bi gengazî dibe sedema pevçûn û şerekî xwînavî.

Roj nabihurin ku li Tirkîyê kesek an çend kes ji ber sedemên gellekî biçûk bên kujtin, taybetî kujtina jinan bûye bûyerên rojane, herweha kêşeyên civakî carina dibin sedema kujtinên komî, taybetî li ser kêşeyên cîrantî, trafîk, xisimtî, xebitîn (şixulîn), jin, malbatî, mal û milk, her tişt dikane bibe sedema tûndiyê.

Em behsa tecawûzan nekin, taybetî tecawûza zarokan…..

Parek bingeha tûndiyê çanda lûmpeniyê ye, ango çanda pêxasî, li helekê gundî daketin bajaran û sîstema bazirganî û hilberînê hat guhertin, li hela din li hemberî xwestina maf û dadwerî (adalet) desthilatê dest bi tûndiyê kir, jixwe ji roja ewil va li dijî mafxwestina Kurdan herdem êriş û tûndiyê bikar hat.

Payemên rayedarên dewletê, herweha şiweyê axaftina bürokrat û eskeran êriş û tûndiyê han didin, herweha li vî welatî biryarên dadgehan zemînê tûndiyê amede dike.

Bêguman, peyam û axaftinên serokkomar û serokwezîr, taybetî axaftinên serokkomar, cihekî girîng heye di handana tûndiyê da, jixwe ew di kongirên AKPê da û herweha di mitîngan da li ber girse dûbare kirina helwesta xwe xem naxwe.

Li hemberê hemû kêşeyan bikaranîna tûndiyê, siyaset û helwestek weha civatê bi çanda lûmpenî dipêçe û dike nava çerxa tûndiyê.

Civatên ku dikevin nava çerxa tûndiyê him ji krîzan azad nabin û him jî, her roj bêhtir dirizin û di encamê da bîra civakê tine dibe û paşeroja civakê dikeve nava xeterê.

Herweha, di hemû rewşên dibeûnabe da, li beramberê her bûyer, kujtin û êrişên xwînavî bi karanîna têgehên wekî şehadet, dijmintî, netewetî, welatparêzî, xiyanet, werektî, şerefti, bêşereftî û ..hwd civatê, taybetî bi piştgirîya desthilatê, rûyê hinek beşên civakê berve tûndiyê dike, ango civat milîtarîze dibe, wekî HÖH, komeleyên bi navê Osmanîyan û …hwd.

Tirkîyê ji roja destpêkê va û heta îro li şûna çareseriyek demokratik, di kêşeya Kurd û Kurdistanê da her tim serî li tûndîya eskerî da, roj hat tank û top bikar anîn, roj hat bi firok û helîkopterên şer êriş kir.

Bajar hatin rûxandin, bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin, li dijî jin û zarokan tûndî bikar anî.

Îro jî êrişî ser Efrînê dike, wêneyên brîndarên jin, kalemêr û zarokan û herweha vîdeoyên talanê tên weşandin, ev hemû talankarî û tûndiyê han didin, ji ber ku kesên tiştên weha dikin jêra kar dimîne, jixwe ti kes hesabê xerabîyê, talanê û tûndiyê nade, berevajî ev dibin “qehreman”. 

Bi kutî, roja ku dewletek li şûna bikaranîna helwest û siyasetek demokratik, ger êriş bike û tûndiyê bikar bîne, ev dibe çanda civatê û vedigere civatê dide bin bandora xwe û civat, ji şîrişt û hemdê xwe derdikeve, wekî wêneya Tirkîyê ya îro.

 Mahmut Kilinc

12.03.2018/Dusseldorf

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin