TUIK: Di îxracata Tirkiyê de welatê sêyemîn Îsraîl e

TUIK: Di îxracata Tirkiyê de welatê sêyemîn Îsraîl e

.

A+A-

Li gor amarên Saziya Îstatîstîkî ya Tirkiyê (TUIK) Îsraîl, di rêza sêyemîn de ye ku Tirkiyê herî zêde kelûpelan bo hinarde dike. Li gor TUIKê 2020an bi giştî îxracata Tirkiyê 4 milyar û 704 milyon dolar bûye.

Şer û pevçûnên dawî yên di navbera Îsraîl û Fîlîstînê  de ku 7ê Gulanê dest pê kiribûn bi dijwarî berdewam in û yek ji welatên herî nerazî li dijî Îsraîlê jî Tirkiye ye.

Hikûmeta AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî êrîşên Îsraîlê di asteke bilind de helwesta xwe nîşan dan.

Lêbelê, li gor amarên Saziya Îstatîstîkî ya Tirkiyê berteka siyasî ya AK Partiyê li dijî Îsraîlê û peywendiya bazirganî ya herdu aliyan berevajî hev in.

Li gor amarên Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê di 2002an de dema AK Partî bû desthilat, îxracata navbera Îsraîl û Tirkiye 1,4 milyar dolar bû.

Ev rêje di 2014an de 4 qat lê zêde bû û gîhişt 5,8 milyar dolaran. Di 2018an de jî gîhişt 5 milyar û 608 milyon dolaran.

Li gor amarên TUIKê jî, 2019an Îsraîl di rêza 9emîn de bû ku Tirkiye herî zêde îxracatê dike û 2020an jî Îsraîl bûye welatê sêyemîn.

Wezîra berê ya Bazirganiya Tirkiyê Ruhsar Pekcan di civîna nirxandina bazirganiya derve ya 2020an de diyar kiribû ku Tirkiye li 44 welatan di astek bilind de îxracat kiriye. Di serê rêzbendê de jî Amerîka, Îsraîl û Koreya Başûr hebûn.

Li gor amarên TUIKê îxracata Tirkiyê ya xorekê jî ji bo Îsraîlê li gor sala borî zêde bûye.

Di îxracata fêkî û şînkatiyê de jî hinardekirin ji sedî 25 zêde bûye. Li gor sala 2019an îxracata berhemên deryayî ji sedî 36, dexl û dan jî ji sedî 18 zêde bûye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin