"Tu sîyaset divê rê ji plan û stratejîyên xêrnexwazên miletê Kurd re xweş neke"

"Tu sîyaset divê rê ji plan û stratejîyên xêrnexwazên miletê Kurd re xweş neke"

Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PSK bi daxuyanîyeka hevpar êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li Şingal û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

A+A-

Hereketa Azadî, PAK,PDK-Bakur, PSK bi daxuyanîyeka hevpar êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên li Şingal û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Daxuynîya hevpar ya rêxistinên bakur:

Dewleta Tirkîyê roja 25.04.2017an di beyanî de bi firokeyên şerî êriş birin ser Şingalê û Dêrika Rojavayê Kurdistanê. Di encama van êrîşan de li Şingalê 5 pêşmerge, li Dêrikê jî çend şervan şehîd ketine, di herdu êrîşan de birîndar jî hene.

Em van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê şermezar dikin.

Di demeke ku li başûrê Kurdistanê amadekarîyên referandûma serxwebûnê tê kirin ev êrîş gelekî balkêş e. Em careke din bangî PKKyê dikin ku rêzê li desthilatdarîya Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê bigire û ji Şingalê vekêşe. Hebûna PKKyê li Şingalê rê ji êrîş û têkdanên xêrnexwazên miletê Kurd re xweştir dike.Pêwiste Herêma Kurdistanê bi guftûgoyan hebûna PKKê li Şengalê safî bike ku êdî dewletên xêrnexwaz nikaribin bi van hincetan destdirêjîya Herêma Kurdistanê bikin.

Şingal Kurdistan e.Ew axa ku bi xwîna hezaran şehîdan hatîye rizgar kirin û tê parastin, tu kes dê careke din nikaribe bi Bexdayê ve girê bide.

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê jî dikin ku dest ji van êrîşan berde.Bi şer û pevçûn û kuştin û êrîşan pirsa Kurd û Kurdistanê ji holê ranabe.Dewleta Tirkîyê divê rêzê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li mafê netewî û demokratîk yên miletê Kurd yên li her çar perçeyên Kurdistanê bigire. Hebûna PKKê li Şengalê ne meseleya Tirkîyeyê ye, mafê Tirkîyeyê tune bi vê hincetê êrişî Şengalê bike.

Xweda bi rehma xwe şehîdan şad bike. Şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin. Serê malbatên şehîdan û yê gelê Kurdistanê sax be.

Her Kurdekî li cîhanê, divê serxwebûn û destkeftinên li başûrê Kurdistanê jî, yên li her çar perçeyên Kurdistanê biparêze.Tu sîyaset divê rê ji plan û stratejîyên xêrnexwazên miletê Kurd re xweş neke.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin