Tu di dilê me de yî Ferhadoooooo........

Tu di dilê me de yî Ferhadoooooo........

Ferhat Birûskê Colemêrgî

A+A-

Şivan Perwer

Cara pêşîn min ew xortê baqil, rewşên, nûhatî û hêja li Dengê Amerîka (the Voice of Amerika) li Washingtonê nas kiribû.

Li gel min ji bo Radyo Dengê Amerika Beşê Kurdî hevpeyvînek bi sohbet, saz û awaz pêk anîbû.

Pirsên wî bi wate, rawestî wî serast, ji xwe bawer û xwe dan ramanên welatperwer bû Kekê Ferhat

Li piştî salan bi saz bûna Kurd 1 TV hate Fransa-Parîs şûn war bû. Hemû xebat û xîzmeta wî ya bi rêk û pêk hîn li ber çavên me ye di arşîvan de weşarteye. Ji deng dana fîlman, wergerên ji ziman bo ziman bi paqijî û serastî, bernameyên çand û hunerî, yên bi reng û rewana welatperwerî di arşîvan de li ber destên me ne. Kek Birûsk niştîmanperwerekî rewşên û bi bir û bawer bû.

Li ser bûyer û serpêhatiyên civatî û siyasî gelek şîretkar û aramdar bû. Mervantî, gel û welat hemdem pêdivî mirovên wisa baqil, aşîna û baş perwerde kiriye. Gelê Kurd mixabin carek din kesayetek hêja winda kir. Bi rastî lı ser dilovaniya Kekê Ferhat Birûsk em hemû carek din birîndar bûn, xemdar û ramyar bûn

Mala mirinê bişewite. Mirov ji mirinê mixabin bi şûnve navegere. Ger ji bo vegera Kekê Birûsk Ramdar û hêja çare hebya ezê lı seranserê Dunyayê bigerîyama û bi mal û milk, bi westan û hewil, minê ew şûnde vegeranda û bigota ey dil û cegera min, ey hevalê minî hêja çawa tu dimire, ji ber ku em hemû, tevahî gelê me pêdivî Te ye, Na na...

Nemire wa Ferhat Birûsk wa reh û rewana min, ji mirinê re qet û qet mafê Te tuneye. Lê çi feyda, çı mixabin, çare li mirinê tuneye tuneye tuneye. Wek Mahmud BAKSÎ yê nemir digot li ser mirina Yilmaz GUNEY “Mirin dayika Te bimre !” Xweda sewr û aramê bide me hemûyan.

Serê mal û malbatê, Dost û hevalan, Kurd û Kurdistanê sax be. Ta em ji bimrin, çi car birayê xwe Ferhat Birûsk, Lawê Kurdistanê ji bir nakin. Dê xebat, xîzmet, ked, berhemên wî li gel navê wî bi me re bijin. Li gel biraniyê emê navê wî bi rêzdarî, hezkirin û xemgînî bi bir bînin

Tu di dilê me de yî Ferhadoooooo........

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin