Tu bûyî bilbil û vegeriyayî nav me

Tu bûyî bilbil û vegeriyayî nav me

Necîp Yeşîl

A+A-

Kurê min nizanim tê bîra te gelo? Birayê te Şemal tim digot: "Ezê jî werim zankoya te û di wê beşa ku tu tê de perwerde dibî bixwînim, bibim mihendis û emê karê xwe bihevre bimeşînin".

Kurê mîn î delal îro 12ê Hezîrana 2017an e û salek di ser çûyîna te de derbas bûye. 34 roj piştî çûyîna bavê min te jî da dû wî û çûyî. Me salek bêyî te û bapîrê te derbas kir. Bêyî we zehmet e, lê dibê em hînî tinebûna we jî bibin. Çûyîna baba birînek di dilê me de vekir, tu jî bûyî birîna ser birînê. Dil birîndar e, lê jîyan dom dike. Divê em ber xwe bidin.

Bejinziravê min, tu di 22 salîya xwe de û pir zû çûyî. Tu ewqas li grêdana bejn û bala xwe, ser û guhên xwe, cil û libasên xwe,  spora xwe, xwarin û vexwarina xwe miqate bû... Lê çû, em îdî bejn û bala te nabînin. Te dît kurê min, wan dayik, bav, xort û keçên delal li dû te çewa hewar û feryad dikirin. Dengê wan hê di guhê min de ye, kezeba mirov  dişewitandin. Dengê wan digihîşt erş û asûmana, lê qet deng ji te dernediket. Wek ku tu bêjî ez diçim ciyê bav û kalan. De ka wisa dibe delalê min, kezeba nava dilê min?

Qe nebe te hinek beredayitî û tolazî jî bikirana. Ji bo ku em jî bi dû te biketana û me bi te re carna şer jî bikirana. Hima te digot mekteb, spor û kar. Ma ev jî jiyan bû? Dibû mirov di ciwanîya xwe de hinek beredayîtiyan jî bike, tehma beredayîtiyê jî bistîne. Jibo ku merov di dawîya emrê xwe de nebêje "ax wilan ax, min tehmek ji ciwaniya xwe nedît".

Kurê min, delalê nava dilê min, dema ku tu di dibistana pêşî de perwerde dibûyî mamostê te yê rêberiyê tim wiha digot, "Jîndar pir jîr e. Wesfê serokatiyê pê re hene, di pêşeroja xwe de ku bi sîyasetê re eleqe bike wê bibe sîyasetmedarekî baş. An jî bi ticaretê meşgûl bibe wê bibe bazirganek, karsazekî  baş". Heta nuha min vî tiştî ji te re negotibû, ji bo ku tu sist nebî. De îdî va min vê kulê ji dilê xwe derxist.

Kurê min nizanim tê bîra te gelo? Birayê te Şemal tim digot: "Ezê jî werim zankoya te û di wê beşa ku tu tê de perwerde dibî bixwînim, bibim mihendis û emê karê xwe bihevre bimeşînin". Piştî çûyîna te 6 roj derbas bûbû, Şemal beşdarê îmtihanê bû. Ez mizgîniyê bidim te Şemal beşa mihendisiya înşeatê kar kir. Lê dilê wî barneda ku were zankoya te. Niha li zankoyeke din û li beşa mihendisiyê perwerde dibe. Bêşik ez çewa ji te bawer bûm, wisa ji wî jî bawerim, ewê biser keve û wan xeyalên te bi cî bîne.

Min her tim ji dayika we re spasîyên xwe dikir ku du kurê jîr ji me re anîye dinê. Te jî digot: "Bavo de tijî pir şor dikî lo" û te her du destê xwe diavêt nava min, min hildida hewayê, te min dihejand, dihejand û dihejand, em bihevre dikeniyan, dikeniyan û dikeniyan heta ku zikê me bi pişta me ve dizeliqîn. Dibû qaja qaja min, min digot, "Bes e kurê min tu yê derekî min bişkînî". Te jî digot,"Ez heyfa xwe ji te distînim. Dema ez biçûk bûm te jî her du destê xwe diavêt binê çengê min dihejand dihejand û diavêt hewayê". Paşê dayika te bi me de dixeyidî û digot, "Kuro bisekinin çi qîje qîja we ye dengê we diçe cîrana eyb e". Pê re min jî digot, "Ez çi bikim hezkirina kurê te jî wek hezkirina hirçê ye". Paşê te dayika xwe hembêz dikir û we hev û din maç dikir. Çiqas xweş bûn wan rojan.    

Tu bawer bike kurê min dîsa carcaran tu têyî xewna min, li min wisa dikî û dîsa qaje qaj bi min dikeve, paşê şîyar dibim tu tune yî.

Kurê min piştî dilovanîya te me te bir teslîmî cîyê bav û kalan kir. Lê bi zorê destê me ji te dibû. Bi hêstirên çavan re em dîsa fetilîn welatê xerîbiyê. Êdî çavê me bar nedida ku em di wî xênî de bijîn. Me xênîkî peyde kir û zûzûka malê ji wir bar kir. Heval û dostên me jibo sersaxiyê hatin ba me û xemgîniyên xwe anîn ziman.

Cejna Remezanê nêz bûbû, jibo ku em dîsa bihevre bin, em dîsa fetilîn hatin ba te. Me cejna te û bav û kalan pîroz kir. Bi xemgîniyeke mezin hêstirên çavên me bi kêlikên ber serê te de diherikîn. Piştî çend rojan em dîsa fetilîn Stembolê. Êdî şev bû û em gelek betilî bûn. Me derî û pacên xwe girt, serê xwe danî, lê belê xew bi çavan nediket. De êdî nizanim çawa bûbû em di xew de çûbûn. Bi berbanga sibê re, tîrêjên rojê hê nû bişkifî bûn, bi çîke çîk û xişînîyekê em ji wê xewa şêrîn şiyar bûn. Carek me çavên xwe vekir ku bilbilekî bi kêf û eşq li ser serê me difire, diçe û tê. Pê re jî dayika te got, "ev JÎNDAR e bûye bilbil û bi dû me ketiye.” Em ji nav nivînê xwe rabûn, me jê re kêf kir, hinek hûrikê savar û avê danî berê û pê şabûn. Paşê em çûn oda rûniştinê, ew jî li dû me hat, li ser serê me difiriya diçû û dihat.

Paşê me ji der û cîranan pirsî ka ev bilbil ê wan nebe gelo? Lê belê kes lê xwedî derneket. Êdî dayika te bawerî anîbû û digot, "kuro ma min ji te re negot ev Jîndar e, bê me îdare nekiriye, bûye bilbil û bi dû me ketiye." Dû re me qefesek anî û wî bilbilî berda qefesê. Sê çar roj bitenê bû, lê tebat pê nediket bi qîje qîjek bilind dixwend. Me fêm kir ku ew hevalek dixwaze. Ew nêr bû, me çû jê re yeka mê anî. Pir kêfa wan ji hevre hat. Dû re me ji wan re hêlînek anî û benika avêt ber wan. Zûzûka hêlîna xwe çêkirin,

Tam sê caran, her carê sê hêkan kirin, ya mê qup ket û li ser hêkên xwe rûnişt, çîçikên wan çêbûn û wan mezin kirin. Ji Amedê bigire heyanî Ewrûpayê hinek mirovên me, heval û dostên me, nav û dengên wan bîhîstin. Êdî ew jî bûne wek ferdên malê û em bûne maleka çardehkes; ez, diya te, birayê te û 11 bilbil. Me navê yekê Bahoz, navê yekê Kejê, navê yekê Reşo, navê yekê Firtûne û navê dayika wan jî Pofê danî, ew çû ser dilovaniyê. Me tu navek li bav dananî dilê me bar nade ku em navek lê deynin û em nikarin navê te jî lê hilbidin. Me ti navek li wanê dinê jî dananî. Me cotek şand Amedê ba kurxaltiya te, du cot jî da hinek hevalên ku soz dane baş li wan binêrin. Nuha du cot li ba me ne, hêlîna xwe çêkirine, em li benda wanin da ku hêk bikin û çîçikên wan çêbibin.

Dayika te her şeveq ji nav nivînê xwe radibe, pêşî diçe ba wan, ji wan re dibêje roj baş û wek zaroka bi wan şa dibe. Bawerkî ew jî jê fêm dikin, dibe çîke çîka wan û kêf dikin. Dema ku bêhal dibin em jî bi wan re bê hal dibin û zûzûka wan dibin ba beytar, daku çarekê ji halê wan re bibîne. Êdî hindik maye ez jî wek dayika te bawerî bînim, ku ew bilbilê ku roja ewil hatiye tu yî û we ji me re neh torin jî çê kirîne. Divê mirov yek caran bi hinek tiştên ne tişt jî xwe teselî bike. Ji bo ku bêhna mirov derê.

Kurê min te jiyanek pir tije, bi rûmet û bi qîmet, lê çi feyde emirkurt derbas kir. Lê belê vîya baş bizanibe tu yê hertim di  nava dilê me de bijî û emê qet te ji bîr nekin. Xweş helal bî Jîndarê min!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin