Tsunamiya Kurdevînî û Kudistanevînîyê li dijî koledarîyê!

Tsunamiya Kurdevînî û Kudistanevînîyê li dijî koledarîyê!

Siddîq Bozarslan

A+A-

 

”Tasek ji vê ava zelal, nadim bi hewza kewserê, / Levhatina Qesra Şîrîn, jê nabînim tu meferê. / Piştî roja me bû tarî, mirin xweş e ji emberê. ” (EHMEDÊ XANÎ)

 Her ku diçe roja referandumê nêzîktir dibe û ev jî bi xwe ra çavsorî û gefên Baxda, Tahran û Ankarayê zêdetir dike û trafika navdewletî jibo Hewlêra Baytaxt germtir dike. Meclisa Baxdayê biryar da ku walîyê (parêzgarê) Kerkûkê Necmedîn Kerim ji kar bigre. Bi rîya çapemenîyê N. Kerîm agahdarî da ku ew karê xwe dimeşîne, biryara Baxdayê jibo wî şanazîyek e. Serokatîya Kurdistanê jî aşkera kir ku ew piştgirîya N. Kerîm dikin û biryara Meclisa Baxdayê nas nakin. Wek ji destpêkê da jî hat xuyakirin; Tahran, Ankara û Baxda ne tenê Kurdistanê tehdît dikin, ew gelek dewletan jî dixin navbeynê da ku referandum were texîrkirin. Nimûneya wê ya taze jî heyeta Neteweyên Yekbûyî- OT Kubis-  (NY),  Amerika – Sefirê Baxdayê Silliman û berpirsê wan ê li diji DAÎŞê Brett MC Gurk- û Biritanya – Sefirê Baxdayê Baker- ku digel Serok Mesûd Barzanî civîneke sê çar seatî çêkirin. Balkêş e ku heman heyet li Hewlêrê digel Serokwezîr Neçîrvan Barzanî û li Silêmanîyê jî digel Xero Xanim û berpirsê Tevgera Goran jî runiştine. Heyetê qaşo ji Serok Barzanî ra alternatifek dane da ku li ser bifikirin û referandumê texîr bikin.

 

Li gorî nûçeyên îro yên Tirk; paytaxtên Ankara, Tahran û Baxda digel hev daxuyanî belav kirine ku hemî li dijî referandumê ne û divê Hewlêr referandumê texir bike. Îro saet di 15.00´an da civîna Encumena Ewleyîya Neteweyî ya Tirk dicive û sibê jî Meclisa Tirk wê bicive û biryarê bigre da ku leşger bişîne Suriye û Îraqê. Welhasil rêvebirên Ankara, Tahran û Baxdayê, bi şev û rojan ketine nav xewnên xirab (kabûs) û li pêşîya hewildanên piralî ne. Balkêşîyeke sosretê ye ku Tahran û Ankara ji raya giştî ya cîhanê ra radigihînin ku ew amade ne di navbeyna Hewlêr û Baxdayê da navcîtîyê bikin. Tahran û Ankara, wek du şeytan hemî cîhanê dixin şûna ehmeqan. Navcîtîya wan her du şeytanan dişibe, ”gur bibin şivanê pez” bixwe ye. Ji ber ku parçeyên herî mezin ên Kurdistanê di bin fermandarîya Ankara û Tahranê da ne û sistemên her du paytextan teda û zilma nedîtî tînin serê gelê Kurd û ev hovîtîya wan sed sal e berdewam dike.  

 

Sekreterê Encûmena Bilind a Asayîşa Niştîmanîya Îranê Elî Şemxanî, di çapemenîyê da da xuyakirin ku eger Kurdistan ji Îraqê cihê bibe, wê Îran derîyên sînoran bigire û têkilîyên lihevhatinê di navbeyna Tahran û Hewlêrê da dê têkbiçin.

Dewleta Tirk qîma xwe bi wan gef û çavsorîyan jî nayne û li Sînorê Xabûrê di 18.09.2017´an da dest bi tatbîqata eskerî kirîye û ew hê berdewam e. Erdogan ji Waşingtonê jî Desthilatdarîya Kurdistanê tehdîd kir ku Kurd dikarin destkeftîyên niha di şeveke da wenda bikin.

Digel van tehdîdên dewletan, propaganda referandumê jî didome. Parlamentoya Kurdistanê ku du sal e girtîbû, di 15.09.2017´an da bi beşdarbûna 71 parlementeran dest bi karên xwe kirin û di civîna xwe ya ewil da bi 65 dengan Qanûna Referandumê pejirandin (pesend kir). Mixabin Komele û T. Goran beşdarî nekirin. Yên ku heta duh digotin parlamento girtî ye û biryara referandumê ne yasayî ye; îcar jî dibêjin vekirina parlamentoyê ne yasayî ye û aktifkirina parlamentoyê wê problemên heyî kûrtir bike. Ji referandumê ra du roj ma û Goran û Komela di xetayên xwe yên dîrokî da înadê dikin. Xuyaye ew tênagihin ku sibê wê dîrok wan efû neke û zarokên wan bixwe wê lanetê li wan bînin.

Encama Referanduma Serxwebûnê, kêm zêde mirov texmîn dike. Her Kurdekî/e ku here ser sendoqê, wê dengê xwe yê erê bi karbîne û gelek zelal e ku wê bi hejmareke gelek bilind referandum were qebûlkirin. Ev, qonaxeke dîrokî ye jibo Kurdistanîyan. Bi tabîreke dî ev, jibo hemî gelên Kurdistanê, mîladek e.

 

Lê kesên li ser navê Kurdayetîyê xwedêgiravî politika dikin û ji referandumê ra dibêjin na; hewqas ji eyarên rexnegirtinê derketine û bêsewîye bûne ku hezar rehmet li paytextên dagirkeran tînin. Ew xulamê ku berê gotibû; ”Me serxwebûnê avête çopê-ser sergoyê- ”, niha jî ”Ez di TV da temaşe dikim û qehr dibim ku referandum nehatîye rawestandin û ew her xurttir dibe!” dibêje. Gelek aktorên Kemalist û xwedêgiravî Kurd rexneyên xwe anîne sevîyeya çîr û heqaretan û Serok Barzanî û malbata wî û partiya wî ji xwe ra kirine hedef û dane ber tîran. Xuyaye ew ji bîr dikin ku Serok Barzanî di 16 salaiya xwe da ketîye nav refên pêşmerge û bêwestandin têkoşîna xwe ya bo aserxwebûnê heta îro meşandîye. Malbat an Eşîra Barzan jî 110 sal e ku  bêwestandin vê doza xwe ya miqedes domandîye û Serok Barzanî jî xwedanê vê tecrube û mîrasê ye. Bi taybetî hêzên komonist ne tê da, Goran û YNK û hemî hêzên îslamê ji nav PDK hatine. Bi tabîreke dî PDK dayîka hemîya ye. Loma qadir û tereftarên van hêzan dema PDK´ yê rexne bikin; divê vê rastîyê jî ji bîr nekin û car carna di eynikê da li xwe binêrin û xesasîyetan bigrin ber çavan. Heman tişt jibo qadirên PDK jî derbas dibe, divê ew jî van xesasîyetan piştguh nekin. Ez nabêjim bila rexne çênebin. Rexne, jibo başkirin û xurtkirinê her tim hewce ye. Lê rexne, ji heqaret û çûrkirinê cuda tiştek e. Van aktoran tişteke dî jî jibîr dikin ku ev pir pir giring e. Gelo van aktoran dizanin hemî dewletên cîhanê çawa hatine avakirin. Diz û tolazan an pêxwasên Xançepeka Amedê nikarin dewletek ava bikin. Divê ew jî qebûl bikin ku dewleta ku îro jibo Kurdistanîyên Başûr were avakirin; li ser ruknên çend malbatan û hêzên derdora wan ku digel hev tifakdar in, wê pêkwere. Em dikarin Malbata Barzanî, Malbata Mam Celal Talabanî, Malbata Kosret Resul Eli û wd. wek çend nimûne nîşan bidin. Divê hun jî qebûl bikin û çîr û heqaretê nekin ku van malbatan wê bibin stunên vê dewletê. Ên ku îro li ser navê mixalefetê heqaret û çîran dikin; ew dikarin van şaşîyên xwe berdin û di dewleta ku were avakirin da bibin stun, dîwar, mirdîyaq û xerc û her tişt. Rîya herî rast ev e. Ma hun hewqas kor û ehmeq in ku Serok Mesûd Barzanî, bûye sembola Serxwebûna Kurdistanê. Di şûna heqaretan da hun dikarin wek gelek aktorên me yên Bakûrî li hemberî Serxwebûna Kurdistanê derkevin û koletîya koledarên xwe qebûl bikin. Ev jî rîyek e, lê li dinyayê rîya herî xirab e.     

Encama referandumê wê destê Hewlêra Paytext li hemberî Baxdayê, Tahranê û hemî paytextên cîhanê xurtir bike. Ji niha ve hestên Kurdevînî û Kurdistanevînîyê di sewîyeya Tsunamiyek da xurt bûye û bilind bûye. Loma bersiva Berêz Serok Barzanî bo heyeta ku pêra çar saet gengeşe kirine, qet ne hewce ye. Ji ber ku ji roja tarîxa referandumê aşkere bûye û virde, bi milyonan Kurdên li seranserê cîhanê wek Amerika, Avustralya, Kanada, tevayîya Ewrûpayê, Iskandinavyayê û Rusyayê û hemî perçeyên Kurdistanê rabûne ser pîyan, daketine kolanan û di bin Alaya Kurdistanê da bi yek dengî diqîrin: ”Bijî serxwebûna Kurdistanê!” Ji van nimûneyan yek jî çend saet piştî civîna Barzanî û heyetê da li herêma Zaxoya Rengîn xwe nîşan da. Meydana Festivala Zaxo´yê bi sloganên wek; ”Bo referanduma serxwebûnê erê erê erê! Bijî Kurdistana Serbixwe! Bijî  pêşmerge!” ku ji alîyê sedhezarî zêdetir xelkê Zaxo ve bi dengên bilind hate dayîn.

 

Êdî wê parçeyeka Kurdistana me çêbe. Bila edlayî tifaqa wê be. Bila azadî bayreqa wê be. Bila Pêxemberê me yê Kurdistanevînîyê Ehmedê Xanî li gora xwe hêsa raze. Lê mixabin hê jî tevayîya nîrê koledarîa Peymana Qasra Şîrîn (1639) nehatîye şikenandin. Loma ew tarîtî hê bi tevayî nebûye ronî.     

Parastina Komara Kurdistana Federal, bingeheke herî esasî ye!

Parastina Dewleta Kurdistanê xaleke herî girîng e. Îradeya siyasi ya Kurdistanê divê li ser vê xalê piralî raweste û ji niha ve tedbîran bistîne. Di şertên îro da herî baştir ew e ku bi Dewleta Îsrail ra peymaneke eskerî û siyasî çêke û wê wek stratejiyek bide pêşîya xwe. Li ser vê stratejiyê di zutirîn wext da dest bi kar bike. Ne hewce ye ku ez behsa giringîya tifakdarî û hevalbendîya Îsrail û Kurdistanê bikim ku li herêmê pêdivîya wan bi hev du ra heye. Wek em hemî pê dizanin Îsrail, di warê teknolojî û eskarî da di tevayîya cîhanê da dewleteke gelek pêşketî ye. Di herêmê da pêdivîya Îsrail bi me heye û pêdivîya me jî bi Îsrail heye û ev pêdivî jibo demeke kurt nîne ye. Îsrail bi zîrekîya xwe dikaribû di nav guran da li ser pîyan bimîne û heta niha xwe biparêze. Eger em jî wek Îsrail zîrek nebin û tecrubeya wan ji xwe ra nekin nimûne; çansê me yê xwe parastinê û li ser pîyan mayînê tune ye. Ji ber ku çarmedorên mej î hemî gur in û her tim divê em amade bin da ku xwe ji êrîşên guran biparêzin.     

Bi girêdayê vê straatejîyê ve Kurdistan divê bikeve nav hewildanan da ku bibe endamê NATO´yê. JI ber semedên şerê li dijî DAÎŞê endamên NATO bixwe li Hewlêrê ne. Pratika şerê pêşmerge ya vî sêsalî û têkoşîna gelê Kurdistanê li hemberî hovîtîya DAÎŞê, şanseke mezin dide Dewleta Kurdistanê ku bibe endamê NATO´yê.

Heta niha Dewleta Tirk wek endameke NATOyê li sînorê rojhilat cih sitandibû. Lê Turkiye di pratika xwe ya vî çend salên dawîyê da prestija xwe gelek wenda kirîye. Êdî NATO jî baweriya xwe bi Dewleta Tirk nayne. Ava serê Padişahê Tirk Erdogan, hêdî hêdî dikele. Ew ketîye nav hewildanek ku ji Rusyayê S-400 bikire; lê ew lêhay nîne ye ku wê NATO qoçaneke giran lê bibire. Van kirinên Erdogan û Dewleta Tirk, bêguman jibo Dewleta Kurdistanê wêneyeke gelek baş e. Di sînorê rojhilat da Dewleta Kurdistanê wê bibe endameke baş ku ji niha ve xwedî pirazeyeke baş e û ev jibo parastina sînorên Dewletên Rojhilat gelek giring e. Dema Komara Kurdistana Federal bibe endamê NATOyê, wê ji alîyê NATOyê ve were parastin û zubizu wê dewletên dagirkerên welatê me nikaribin êrîşan bînin ser Kurdistanê. 

Xalek e giring e ku Komara Kurdistana Federal bibe endama NY jî. Niha 193 endamên NY hene. Pêwistîya Dewleta Kurdistanê bi 9 dengên Konseya Ewlekarîya NY heye ku 5 ji wan (Çin, Amerika, Rusya, Britanya û Fransa) endamên daîmî ne û 10 jî yên muaqet in. Jibo erêkirina endametîyê hewce ye ku ew 5 endamên daîmî bêjin erê. Heta niha gelek dewlet hebûne ku nikaribûne bibin endamên NY; Komara Arabî ya Sahrayê, Abhazya, Osetya Başûr, Komara Karabaxa Çîyayî, Kosova, Tayvan, Vatikan, Komara Tirk a Bakûrê Kibrisê (KTBK) û Filistin çend nimûne ne. Balkêş e ku heta niha tenê Dewleta Tirk daxwaza endambûna KTBK qebûl kirîye. Jibo endambûna Filistinê jî Amerika dengê xwe yê vetoyê û Britanya jî dengê xwe yê bêlayan (bêteref) bi karanîne û loma Filistin nikaribûye bibe endam.

Talihê Kurdistanê heye ku  bazirganîya bazara petrolê jibo Çinê (di warê enerjîyê da Çin girêdayê petrolê ye) veke ku ew jî jibo endambûnê dengê xwe yê erê jibo Kurdistanê bixebitîne. Wê jibo Kurdistanê hêsa bibe ku dengên Amerika, Britanya û Fransa´yê werbigre. Lê dîsa jî xebateke piralî hewce ye û bi taybetî jî jibo piştgirîstandina Rusyayê. Di şertê îro da têkilîyên Rusya digel Suriye, Îran, Îraq û Turkiye baş e. Bi taybetî têkilîyên Rusya digel Surîye û Îranê di çarçeweyeke eskerî û siyasi da di asteke bilind da ye. Ji alî din ve Şirketên Petrolê û gazê wek Rosneft û Gazporm Neft bi Kurdistanê ra peymanên petrol û enerjîyê çêkirine. Van peymanan jibo Kurdistanê firsendên giring in da ku Rusya di NY da piştgirîya Kurdistanê bike ango jibo demek be jî bêlayan bimîne. Lê ji alîyek ve Rusya dixwaze di Rojhilata navîn da xwedî gotin be û Rusya dizane ku Kurdistan û têkoşîna gelê Kurdistanê ya neteweyî û demokratîk aktoreke giring e di herêmê da; ev faktor wê Rusyayê mecbûr bike ku di demeke dûrudirêj da bibe tifaqdar. Lê ev jî girêdayê xebatên demdirêj û biralî yên Kurdistanîyan in. Eger di Konseya Ewlekarîya NY da Rusya bêlayan be; wê çaxê pêwist e ji 2/3  dengên beşdarbûyî ray bidin Kurdistanê ku ev wê hêsa bibe. Dema Kurdistan bibe endama NY, wê ewlekarîya pêşeroja Kurdistanê hêsantir bibe.

22.09.2017

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin