TSK û Emerikayê li Minbicê operasyonek pêk anîn

TSK û Emerikayê li Minbicê operasyonek pêk anîn

Li gorî daxuyaniyeke Artêşa Tirkiyê, doh Artêşa Amerîkî û ya Tirkî 29emîn operasyona serbazî ya hevbeş li Minbicê pêk anîn ku armanca wê operasyonê, derxistina hêzên YPGê bû.

A+A-

Tevî nakokiyên di navbera Emerîka û Tirkiyê û nezelaliya nexşerêya plana li ser Minbicê, doh bi şev Emerîka û Artêşa Tirkiyê li Minbicê operasyoneke hevbeş pêk anîn ku ev 29emîn operasyon e û armanca TSKyê jî derxistina hêzen YPGê ye.

Ji 18ê Hezîrana îsal ve, Amerîka û Tirkiyê çendîn manor û çalakiyên hevbeş li bajarê Minbic pêk anîne û mebesta Tirkiyê, dûrxistina hêzên YPG û PYD ye.

Ji aliyekî din ve û li gorî nûçeyeke ajansa Anadolê, piştî bidawîbûna operasyona hevbeş li Minbicê, wê Tirkiye û Amerîka karên xwe yên hevbeş li Rojavayê Kurdistanê zêdetir bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin