TSK: Navenda Efrînê hate dorpêçkirin!

TSK: Navenda Efrînê hate dorpêçkirin!

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ragihand ku ji 12ê Adarê ve navenda Efrînê hate dorpêçkirin. Li gor daxuyaniyê heta niha 3 hezar û 393 kes hatine kuştin. Peyvdarê YPGê jî got êdî şerê kolanan destpê dike.

A+A-

Artêşa Tirkiyê ragihand: “Çekdarên opozîsyona Sûriyê û Artêşa Tirkiyê ji duh duşemê ve (12-03-2018) navenda bajarê Efrînê bi temamî dorpêç kirine.”

 

YPG: Li Efrînê şerê kolanan dest pê dike

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê Birûsk Heseke radigihîne, piştî ku artêşa Tirkiyê ava vexwarinê, hêlên pêwendiyê, pêwîstiyên bijîşkî û sotemeniyê li ser bajêr biriye, krîzeke mirovî li Efrînê çêbûye.

 

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ragihand, di 52 rojên bûrî me li hember artêşa Tirkiyê û çekdarên we bi wê ve şerê çiyayan dikir, lê niha di aliyê eniya navçeya Şera ve ew bi 2 K.M nêzîkî bajarê Efrînê bûne.

Birûsk Heseke amaje bi vê yekê kir, ku ev şer dê bi awayekî dirêj ber xwe bide û heta çeteyekî dagîrker li ser xaka Efrînê hebe, ew ê şerê wan bikin û ji vir û pê de şer dê bibe şerê kolan û bajaran.

Peyvdarê YPGê li Efrînê tekez kir, ew çekdarên Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê ve ku hatibûn Efrînê, ta niha li eniyên şer in û şer dikin.

Li ser derketina xelkê ji sivîl ji bajarê Efrînê û rêgiriya YPGê li derketina wan, Birûsk Heseke got: “Bi dehan gund û çend bajarok di destê çeteyan de ne, lê hîna beşek ji welatiyan li gundê xwe mane û dest ji gundê xwe bernedane. Xelkê Efrînê dibêje heger hebûneke me hebe dê bi xaka me re be û heger mirinek me hebe bila li ser xaka me be.”

Birûsk Heseke amaje bi wê jî kir, dora yek milyon welatî niha li bajarê Efrînê dimînin û krîzeke mirovî li wî bajarî çê bûye, bi taybet piştî ku artêşa Tirkiyê ava vexwarinê, hêlên pêwendiyê, pêwîstiyên bijîşkî û sotemeniyê li ser bajêr biriye.

Li ser lihevkirina Amerîka û Tirkiyê ya derbarê derxistina hêzên HSD û YPGê ji bajarê Minbicê de, Birûsk Heseke got, heger Tirkiye di Efrînê de biser bikeve, dê Heleb, Şam, Minbic û Qamişlo jî ji Tirkiyê re bibe aramanc.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin