Trump, wezîr Mark Esper ji wezîfê girt

Trump, wezîr Mark Esper ji wezîfê girt

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Dolad Trump, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandi ku wezîrê karên bergiriyê Mark Esper ji ser wezîfa wî girtiye û di şûna wî de bi wekalet Chrisstopher Miller tayin kiriye ku Miller rêvebirê Navenda Têkoşîna bi Terorê ye. Trump di ser hesabê xwe yê fermî Twitterê de weha got:

“ Ez kêfxweşin ku ji niha pê de birêz Millerê ku rêvebirê Navenda Têkoşîna bi Terorê ye, ji niha pê de bi wekalet li wezareta bergiriyê binêre. Ez bawerim wê Miller xizmetekî baş bike. Wezîfa Mark Esper bi dawî hat û bo xizmeta ku heya niha kiriye sipasiya wî dikim.”

Di çapemeniyê de gelek caran behs hebû ku piştî hilbijartinê wê Trump, Esper ji wezîfê bigre.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin