Trump: Wê demeke nêz de surprîzeke mezin çêbibe

Trump: Wê demeke nêz de surprîzeke mezin çêbibe

Serokê Amerîka Donald Trump li di preskonferanseke li Qesira Sipî de ser xebatên bo perpûna vîrusa korona peyivî.

A+A-

Trump da zanîn ku dibe ku ‘’di demeke nêz de surprîzeke mezin’’ çêbe.

Jiber nêzbûna hilbijartinên seroktîyê yên Amerîka, hin alîyan gotibûn ku ew ketine fikaran ku perpûna vîrusa korona bibe amûreke sîyasetê.

Serok Trump gava pirsên ser wan fikaran bersîvand got ku ‘’Min got ewê perpûn di dawîya salê de hazir be. Min belkî ji wê zûtir jî derkeve. Li vir ya girîng filitandina jîyanan e.’’

Wî di preskonferansê de Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden jî rexne kir û da zanîn ku divê ew jiber ‘’gotinên xwe yên dijî perpûna vîrusa korona lêborînê bixwaze’’

Joe Biden li ser pirsa ‘’ger perpûna vîrusa korona berî hilbijartinê were dîtin ewê perpûnê li xwe bixe yan ne?’’, gotibû ku ‘’Divê em bibînin ku pispor çi dibêjin. Ez bo perpûna vîrusa korona zelalîyeke tam dixwazim’’

Cîgira Joe Biden, Kamala Harris jî dîyar kiribû ku ewê bo perpûna vîrusa korona ne bi gotinên Trump, lê bi gotinên pisporên saxlemîya bîragiştî bawerîyê bike.

Biden, dema ku preskonferansa Trump dewam dikir, ji rojnamevanan re dîyar kir ku ger perpûna vîrusa korona hazir be ewê wê li xwe bide.

 Wî da zanîn ku pêwîstîya wan bi perpûna vîrusa korona heye û divê ew guh bidin pisporên saxlemîyê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin