Trump û hevjîna xwe bi Coronayê ketin

Trump û hevjîna xwe bi Coronayê ketin

Serokê Amerîkayê ragihand, ew bi xwe û hevjîna wî Melaniya Trump bi Coronayê ketine û ji ber vê yekê wan dest bi proseya kerentîna û wergirtina çareseriyê kirine.

A+A-

Donald Trump di twîttekê de ragihand, “îşev ez û xanima yekem a Amerîkayê, encamên pişkinînên me yên Coronayê pozîtîv derketin. Em rasterast dest bi proseya çareserî û kerentînê dikin û emê pêkve vê derbas bikin.”

Ew yek di demekê de ye, ku şêwirmendeka nêzîkî Serokê Amerîkayê pêştir bi Coronayê ketibû Trump jî ragihandibû, ku ew û Melaniya ya hevjîna wî dê xwe kerentîn bikin.

Ew şêwirmenda Trump ku bi Coronayê ketiye, navê wê Hope Hicks û 31 salî ye, roja Çarşemê li gel Trump bi firokeyekê ber bi Ohio ve geşt kiribû, ku yekem dîbeyta hilbijartinên serokatiya Amerîkayê di navbera Joe Biden û Donald Trump de li wê derê hatibû lidarxistin.

Herwiha dema Trump ji bo kempîna xwe ya hilbijartinê çûbû wîlayeta Minesota, ew şêwirmend jî bi tîma pê re bû. Roja Sêşemê jî dema li Cleveland a wîlayeta Ohio ji firokeya taybet bi serokê Amerîkayê daketibû, mask nedanîbû.

Serokê Amerîkayê pêştir di twîttekê de ragihandibû, şêwirmendeka wî bi Coronayê ketiye û gotibû, “Hope Hicks ku pir baş kar kiriye û bêhnvedaneke kurt jî wernegirtiye, bi Coronayê ketiye.”

Hevdem biryar e di 15ê vê mehê de li Miami li wîlayetiya Florîdayê dîbeyta duyem di navbera Trump û Biden de birêve biçe, lê hêj nayê zanîn pêketina Trump bi Coronayê dê bandorê li sazkirina wê dîbeytê bike yan na.

Heta niha li gor amarên World Meter, li Amerîkayê zêdeyî 7 milyon û 494 hezar kes bi Coronayê ketine, ku 212 hezar û 660 kesan ji wan jiyana xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin